NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 3 rojên borî de li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, hunermend û çalakvan jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê, sedema binçavkirinê jî tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê bû.
Li gorî daxuyaniyê kesên hatine binçavkirin ev in; Yesif Hacî Xoş, Rehîm Refetî, Fexredîn Mudresî, Umêd Reşîdpak, Arman Îbrahîm, Selah Qazî, Hîsamedîn Mehmud, Mewlud Rusta, Hesen Resul, Cehfer Resul, Mihemed Sultan Pur, Xefur Şêx Mihemedî, Hadî Lawe û Ako Îbrahîm.
Tora Mafê Mirovan ragihand ku aqûbeta her 14 kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn