HAMBÛRG – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) serkeftina Amedsporê ya ku bi awayekî fermî şampiyoniya Lîga 2’yemîn garantî kir û piştî maça Amedspor-Menemenspor a Hambûrgê derket Lîga 1’emîn pîroz kirin.
Ciwanên ku li weşana zindî ya maça ya Amedsporê temaşe kirin, şampiyoniya Amedsporê bi stran û awazên taybet ên Amedê pîroz kirin.