NAVENDA NÛÇEYAN – Di derbarê bandora belavbûna belgefîlma dîroka Neandertalan ya li Şanedar a Kurdistanê de Dr. Aram Refet got: “Ji ber bandora Şanedar Z, di van sê rojan de 11 milyon kes li peyva Kurdistan û Şanedar geriyane, ku Kurdistanê nav û dengek mezin girtiye û herî kêm nîv milyar kes bi vî welatê pîroz re nas kirine.”
Beriya sê rojan di Netflîx’ê de belgefîlmek li ser mirovên destpêkê yên Neandertal de hate belavkirin û tê de hate diyarkirin ku şkefta Şanedar ya li Kurdistanê şahidiya buyerên beriya 75 hezar salan kiriye. Vê yekê jî dengvedanek mezin bi xwe re anî ku bala giştî cihanê ket ser Kurdistan û dîroka wê.
Dr. Aram Refet di derbarê ragihand ku tenê di nava sê rojan de, zêdetirî nîv milyar mirov li ser Netflix’ê Şanedar Z temaşe kirin.
Her wiha diyar kir ku di belgefîlmê de Şanedar û Kurdistanê wek nasnameya welatê Şanedar Z tê nîşandan û Kurdistan wek şahîda buyerên beriya 75 hezar salan rûdayîn nîşan dide.
Dr. Aram Refet da zanîn ku ji ber bandora Şanedar Z, di van sê rojan de 11 milyon kes li peyva Kurdistan û Şanedar geriyane, ku Kurdistanê nav û dengek mezin girtiye û herî kêm nîv milyar kes bi vî welatê pîroz re nas kirine.
Herî dawî Dr. Aram Refet wiha got: “Nasandina dîroka Kurdistanê bi rêya Neandertaliyan, xweşa her sê dagirkerên Ereb, Tirk û Faris neçû. Her sê dewletên dagîrker hewl dane belgefîlma Şanedar Z sansor bikin, yan jî bi kêmanî navê Kurdistanê ji fîlmê derxin. Lê heta niha hemû hewlên wan bi ser neketin.”
Çavkanî: Rojnews