ŞEHBA – Duh Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclîsa Werzîşê ji bo pîrozkirina serkeftina tîma Amed Spor di Lîga 2’emîn a fûtbol a Tirkiyê de û derbasbûna wê ya Lîga 1’emîn daxuyaniyekî dan.
Bi dehan ciwanan kom bûn û Alên Rêber Apo û wêneyên tîma Amed Spor hatin hildan. Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fuat Hesen axivî û diyar kir ku serkeftina Amed Spor ruxmê zext û êrîşên faşîzmê tirk, îradeya gelê kurd nîşan dide û bi tekoşîna azadiya gelê kurd re girêdayî ye.
Di dawiyê de dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” hatin berz kirin.