MÊRSÎLYA – Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê dijîn û gelê Kurdistanê semînerek bi mijara “Zayendperestî” hat dayîn.
Mêr û jin kî ne? Di civakê de rewşa jin û mêr çawa ye? Pirsgirêkên zayendperestiyê çi ne? Mijarên bi vî rengî hatin nîqaşkirin.
Di nîqaşan de taybetmendiyên kesayetiya di nasnameya jinê de û zayendperestiya civakî ji dîrokê heta niha hatin nirxandin.
Ciwan dema ku rewşê dinirxînin analîzên kesayetiya xwe dikin, di nîqaş û nirxandinan de pêşkeftinek girîng peyda kirin.
Li ser pêşniyarên beşdaran biryar hat girtin ku semîner gelek caran bên lidarxistin.Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya TekoJIN semînerek bi mijara “Zayandperestî” hat lidarxistin.