LÛZERN- Ji bo diyarkirina tîmên ku dê di Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku dê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bê lidarxistin, li gelek deverên Ewropayê tûrnûvayan dest pê kir.
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê di şexsê Şehîd Dijwar Tolhildan ê di 2’ê Adara 2022’an de li Garê şehîd bibû turnuvaya futbolê hat lidarxistin.
Di tûrnûvaya ku nêzî 20 tîm beşdar bûn de Tîma Araratspor bi ser ket.
Araratspora ku ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, di hemû pêşbirkên xwe de bi ser ket û bû şampiyon.
Şampiyona Araratsporê diyar kir ku ew ê beşdarî maçên şampiyoniya Ewropayê ya ku li Freibourgê tê lidarxistin bibin û ji hemû ciwanên Kurdistanê re got, “Em ê beşdarî festîvala ciwanên Kurdistanê ya li Freibourgê bê lidarxistin bibin. Em hemû ciwanên Kurdistanê vedixwînin festîvalê. “Çand çeka hebûna me ye.