HESEKE – Fînala turnoveya Şehîd Bişeng Brûsk a Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lîstin. 12 tîm beşdarî turnuvaya Şehîd Bîşeng Brûsk bûn.
Maça dawî ya turnuvayê duh di navbera tîmên Şehîd Alan Sfeya û tîmên Şehîd Metîn de hat lîstin. Bi encama 3-1 bû tîma Şehîd Alan Sfeya bi serket û bû şampyonê turnove.
Piştî ku tîman piştî maçê hev pîroz kirin, ji tîma serketî re kupa, madalya û xelat hatin dayîn. Turnove bi şahiyekî bi coşeke mezin bi dawî bû.
Her wiha, lîstîkvanên tîma Şehîd Alan Sfeya û endamekî Desteya Ciwan û Werzîş bi Nûçe Ciwan re axivîn û hedefê vê turnove dan diyar kirin.