DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrezorê li bajarokê El-Teyana dewreyekî hemşîretiyê ya berfireh vekir. 27 xort û jinên ciwan beşdarî dewre dibin. Armanca dewre bilindkirina hişyariyê û berfirehkirina agahdariya bijîşkî ya ciwanan e. Dewre wê 35 roj berdewam bike.
Di dewre de dersên teorî û pratîk ên alîkariya yekem û dersên derbarê mijûlbûna bi nexweşan tên dayîn. Her wiha bikaranîna dermanan, dirutina birina, mijûlbûna bi amûrên bijîjkî yên nexweşxaneyê, tedbîrên alîkariya yekem, vekirina damarê, sazkirina serumê, û dermankirina ji bo şikestin û şewatê tên dest girtin.
Desteya Ciwan û Werzîşê bi dewreyan weke vê hewl dide ciwanên herêmê pêşbixe da ku xizmeta civakê bikin.