REQA – Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Qadir Rojava (Raqî Mûsa) ê ji Girê Spî, ku di 29’ê Nîsanê 2024 de şehîd bibû li goristana şehîdan oxir kirin.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi turerekî leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve û bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Endamê Hêzên Sûriyê Demokratîk ê bi navê Qehraman axaftinek kir û têde behsa şehîd Qadir, têkoşîna wî û tevlîbûna wî di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de kir. Piştre jî apê şehîd Qadir Rojava, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê axivî. Di axaftina xwe de berxwedan û israra şehîd Qadir a di têkoşîn û azadiya gelê xwe de bi bîr anî. Piştî wê jî ji aliyê Meclîsa Rêveber ve ji aliyê rêheval Beşîr ve axaftin hat kirin.
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Qader Rojava li goristan hat veşartin.