DÊRAZOR – Ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrezorê û Desteya Ciwan û Werzîşê ve çalakiyekî werzîşî û şahî ji bo zarokên şehîdan li Stadyuma Sporê ya Safira hate li darxistin.
Di bername de fûtbol hat lîstin, pêşbirkê bezê hat kirin û govend hat lîstin. 250 zarokan beşdarî çalakiyê bûn.
Di dawiya çalakiyê de ji hemû zarokan re rêz hate girtin û diyarî hatin belav kirin.