HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ’ê li taxa Jungfernstieg a yek ji taxên qelebalix ên Hambûrgê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, stand vekirin.
Ciwanan li ser tecrîda girankirî ya sîstematîk a li ser Rêber APO belavok belav kirin û raya giştî ya derdorê agahdar kirin.
Ciwanên ku li ser vê bingehê stand vekirin, rastiya ku saziyên wekî CPT û AÎHM’ê li hemberî tiştên ku di pergala îşkenceya Îmraliyê de diqewimin, tevî ku 38 mehin tu agahî ji Rêber APO nehatibû kirin, tu tişt nekirine.
Standa ku pirtûk û broşurên danasînê yên Rêber APO yên li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatin pêşandan, ji aliyê gelê Elman û gelên din ve gelekî bal kişand.
Xelkê derdorê; Ciwanên li standê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber APO û divê têkoşîn hîn berfirehtir bibe.