HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê li ser asta Kantona Hesekê ji bo amadekariyê kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan li parka xwendinê civîneke li dar xist. Civin bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan despêkir. Rêznameya Yekîtiya Jinên Ciwan hat xwendin û mekanîzma ya xebatê Yekîtiya Jinên Ciwan li gorî pergala nû ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat niqaş kirin û piştre nîqaş ji bo xurtkirina mekanîzmaya xebata jinên ciwan hatin vekirin.
Di demekî nêz de Yekîtiya Jinên Ciwan wê kongreya xwe li dar bixe. Di vê kongre de wê guhertinên bingehîn di rêxistibûna xwe de çêbike. Taybetî li ser esasê sîstema netewa demokratîk Yekîtiya Jinên Ciwan wê xebatê xwe veguherinê xebatekê berfireh. Berî cend roj ji bo wê konferansekî li ser pêşengiyan jinên ciwan di şoreşa jinê de di bin silogana “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve” hat li darxistin. Di konferansê de sîstema netewa demokratîk û rola jinên ciwan di înşahkirina vê de hatin niqaşkirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.