NAVENDA NUÇEYAN- Di girtîgehê de rejîma Îranê ji bo ku Ferzad, Şîrîn, Elî û Ferhad teslîm bigire, her tişt ceriband. Gava ku 9´ê Gulana 2010´ab ev çar fedaiyên gelê xwe hatin bidarvekirin, miradê rejîma Îranê nebûbû.
TARA BERFÎN
Ji ber Kurdistan demdirêj bûye meydana şerên dagirkeran, wan saziyên desthilatê leşkerî û girtîgeh ji bo teslîmgirtina gelê Kurd pirr taybet bi kar anîne. Rejîma Îranê hîna ji salên 79`an ve derbarê partiyê û Rêbertiyê de agahî kom kiribûn û dizanîn ku PKK li her cihê ku diçiyê, dil û mêjiyê gelê Kurd û civaka wir fetih dike. Lewre bi her awayekî diviya pêşiya Apoyiyan bigire da ku nêzîkî gel nebin. Lê di pêvajoya pêkhatina komploya navneteweyî de şok bû. Ji ber ku pirraniya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê serhildanên berê nedîtî kirin.
Bi pêşniyaz û perspektîfên Rêber Apo, li Rojhilatê Kurdistanê jî xebatên rêxistinî bi sazî dibûn. Dewleta Îranê jî dest bi êrişan kir. Ji hêlekê ve bi kemîn, komplo û operasyonan hewl da gerîlayên azadiyê asteng bike, ji hêla din ve xwest derbê li xebatên rêxistinî yên bajaran bide. Di heman wextê de Îranê rêbazên girtin, binçavkirin, êşkenceyê ji bo çavtirsandina civakê bêhtir bi kar anî. Sala 2008`an, piştî ku heval Ronahî Rûken (Şîrîn Elehmhulî) li beramberî êrişên rejîmê çalakiyek kir û bi birîndarî dîl kete destên dijmin, Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, herwiha heval Soran (Elî Heyderiyan) jî hatin girtin. Di girtîgehê de rejîmê êşkenceyên hovane li wan kirin. Dijmin ji bo wan teslîm bigire, her tişt ceriband. Gava ku 9´ê Gulana 2010´ab ev çar fedaiyên gelê xwe hatin bidarvekirin, miradê rejîma Îranê nebûbû.
Rêber Roj e, bila xelat girtîgeh be
Wê demê dewleta Tirk hem bi rejîma Bees a Suriyê re, hem jî bi rejîma Îranê re pîlanên tinekirinê aktîftir kiribûn. Hevbeş êriş dibirin ser gelê Kurd. Li Suriyê bi dehan kadroyê PKK`ê di encama vê bazara qirêj de radestê Tirkiyê hatin kirin.
Rejîma dagirker a Îranê wisa dizanî ku dê bi taktîka xwe ya kevnar, bigihîje encamê. Ji ber êşkencexane û girtîgeh tim bûbûn cihê teslîmgirtin û bibinxistina têkoşeran. Lê vê carê mesele milîtanên xeta Apoyî bûn. Dijmin li wir mîsyoneke taybet dida girtîgehan. Sêdare jî wek dawî û encama vê kiryarê dixistin dewrê. Pirr têkoşer ji ber vê teslîm bûbûn, yan jî bi berxwedaneke takekesî bi sînor mabûn. Sala 2010`an Şîrîn, Ferzad, Ferhad û Elî Heyderiyan ala çanda berxwedanê ji Mazlûm û Sarayan wergirt, pê re jî ji bo gelê me li Rojhilatê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ne tenê êşkencekar û dozger, sîstema dagirker bi berxwedana van hevalan matmayî ma. Ji ber ku çanda berxwedana Amedê li Tehranê vejiyabû di nav gelên Îranî hemûyan de ew bûn sembolên berxwedanê. Sîstem li cihê xwe herî bi ewle û hakim dihesiband, hejiya.
Hevalên di girtîgehên Îranê de siya bidarvekirinê li ser wan bû. Wan bi nameyên xwe wateya berxwedana xwe nivîsand. Heval Ferzad Kemanger di nameyeke xwe de ku ji girtîgehê nivîsandibû, behsa xwe rêya xwe û roja azad Rêber Apo dikir: “Ez im girtiyê girtîgeha Êvînê. Ez im şagirtê aram yê li pişt mase û kursiyên şikestî yên gundên herî dûr ê Kurdistanê ku evîndarê dîtina deryayê. Ez im di dilê çiyayê Şaho. Ez im ew hevalê we yê mehkûmê bidarvekirinê. Ma dibe mirov bibe mamoste û rêya deryayê fêrî masiyên piçûk ên vî welatê neke? Çi ferq dike dema ku armanc derya be û bûyîna yek, dema ku rênîşander Roj e. Bila xelata me jî girtîgeh be.”
Ji Şaho çû Qendîlê
Mamoste Ferzad Kemanger di temenê pirr piçûk de rastiya welatê xwe yê dagirkirî bi êşên giran nas kirin, zarokatiya xwe jî nedît: “Ger ji xwezayê biharê, ji şevê jî taveheyvê û stêrkan bidizin, çi dimîne? Niha tu bêje ger ji mirovekî zarokiya wî bigirin, jê çi dimîne?”
Mamoste Ferzad di malbatekî xwedî hestên welatparêzî mezin bibû. Dilê wê wek çiyayê Şaho fireh, asî, bilind û serhildêr lêdida. Ji xwezayê pirr hez dikir, girîngî dida bi zarokan, siberoja wan û nexasim jî hêviyê: “… ez bûm mamoste ji bo ji cîhana zarokiyê û zarokan qut nebim. Ez vegeriyam palên çiyayê Şaho ji bo ez Şahoya birîndar ji nêz ve bibînim û pê re bibim heval. Darên berûyê li pey salên dirêj dubare hêşîn bûbûn.”
Dema ku bû mamoste wî berê xwe da gundên welatê xwe: “Ma dibe mirov barê giran ê mamostebûnê hilgire û berpirsyariya çandina bizirên agahiyê bide ser milê xwe, lê bêdeng bimîne? Ma dibe mirov xemên şagirtan û rûyê wan ê nehîf bibîne û bêdeng bimîne?
Ma dibe ku mirov di hişkesaliya edaletê de mamoste be, lê ‘abc’ya hêvî û wekhevîtiyê fêr neke, heta ger ku dawiya vî karî girtîgeha Êvîn û mirin be jî?”
Şehîd Ferzad berê xwe da wargehên bazên Rojê. Hilkişiya çiyayê Şaho ku êdî bûbû hêlîna nû ya şoreşgerên Apoyî. Lehengên wek Şehîd Dilxwaz nas kirin. Fedakarî û cangorîtiya vî hevalê fermandar pirr bandor lê kir û kir ku lêgerîna xwe heta Qendîlê bidomîne. Li wir jî ew bû şagirt. Wî li wir heval Akîf Zagros, Hêriş Sine, Zinar Serhed, Jiyan Surûc li wir dîtin û bi wan re nîqaşên berfireh kirin.
Dilê zar
Heval Ferzad jî ji bo yek bi yek tovên vê ramanê di nava zarokan û civakê de biçîne zend û bendên xwe badan. Ramanên Rêber Apo ruhê wî yê nazik û hesas hem qehîm dikir, hem jî enerjî û hêzeke mezin didayê. Dema ku hate girtin jî piştî xwegirtina li ber êşkenceyên bêdawî, hêrs û kîna wî li dijî sîstema bê edalet weke xwe ma. Bi hevalên xwe re cenga îrade û biryarê dikirin. Her ku qelem, defter û îmkan dîtin, helbest nivîsîn, name şandin û ji sedan nivîskar, hunermend, aktîvîstên ekolojî û saziyên mirovan re mamostetî kir:
“Îro biryar e jiyanê ji min bigirin, û ez evîndarê insanên xwe me, min biryar daye parçeyên bedena xwe bidim nexweşên ku dê mirina min ji wan re bibe jiyan. Dixwazim dilê xwe bi hemû eşq û hezkirina wî, xelatî zarokekê bikim. Dilê min yên serhildêr û bêsebir bila di sînga zarokekê de hilpeke ku ji min serkêştir be, xeyalên zarokiya xwe şev bi taveheyv û stêrkan re parve bike û wan wek şahidekê bihesibîne ku dema mezin bû li xeyalên xwe yên zarokiyê xiyanet neke. … Bihêlin dilê min di singa kesekê de hilpeke, girîng nîne bi kîjan zimanî diaxive. Yan jî rengê çermê wê çi ye. Tenê bila zaroka karkerekî be ku destê ji kar çermhişkbûyî yên bavê wê îsyana li dijî newekheviyê di dilê min de zindî ragire. Bihêlin dilê min di sînga zarokekê de hilpeke ku di siberojeke ne zêde dûr de bibe mamosteyê gundekî piçûk. Her roj siharê, zarok bi rûyekî geş wê pêşwazî bikin. Wê bikin şirîkê kêfxweşî û lîstokên xwe hemûyan. Dibe ku hingê, zarok bi tama feqîrî û hejariyê nizanibin û di cîhana wan de peyvên wek girtîgeh, zilm û newekhevî bêwate bin.”
Zimanê xwe înkar bikim, ez ê xwe înkar bikim
Şehîd Şîrîn Elemhulî li gundekî Makuyê hat dinê. Gund û xweza hînkera wê ya destpêkê bûn. Bi çîrok û dengbêjiyan serpêhatiya welatê xwe fêr dibû. Qet meyla wê çênebû ku biçe bajar û saziyên girêdayî mêtingeriyê. Ruhê wê yê xwezayî û serhildêr tenê li çiya û baniyan aram dibû. Gerîlayên jin ên li herêmê ew vedixwendin cengê. Şehîd Şîrîn wek jineke Apoyî ji Maku heta Qendîlê, ji Şaho heya Tehranê hilgira çanda berxwedanê bû. Dijmin dizanî ger wê teslîm bigire, ev ê tesîrê li girtiyên din jî bike. Dîrok di kêliyên wiha de bi biryarên herî rast teşe digire:
“Zimanê min Kurdî ye. Ez bi vî zimanî bi malbat, dost û nasên xwe re dipeyivim. Ez bi vî zimanî mezin bûme. Lê destûrê nadin min ku bi zimanê xwe biaxivim. Bi zimanê xwe bixwînim û perwerde bibim. Di dawiyê de destûr nadin bi zimanê xwe binivîsim. Ji min re dibêjin, were û Kurdbûna xwe înkar bike. Ez jî dibêjim `heger ez wiha bikim, ez ê xwe înkar bikim.
Îro 2`ê Gulana 2010´an e. Dîsa piştî demeke dirêj dubare ez birim beşa 209 ya girtîgeha Êvînê. Ji min xwestin ez hevkariya wan bikim. Ez bi wan re hevkariyê bikim, hukmê îdama min wê bişikê. Min wiha nekir. Lêpirsîner got `me dixwest sala par te azad bikin. Lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, ev kar heta vir dirêj kir.´ Lêpirsîner bixwe îtîraf kir ku ez bi tenê rehîneyek im di nav destên wan de. Heta ku negihîjin armanca xwem, dê min li vir ragirin. Yan na ew dê min îdam bikin. Lê ti carî azad nakin.”
Di berxwedanê de mirin xelatek e
Şehîd Ferhad Wekîlî welatparêzê ji bajarê berxwedanê Sine bû. Wî îmkanên xwe yên madî ji bo biserxistina têkoşînê bi kar dianîn. Wî dixwest ji vê wêdetir biçe û siberoja zarokên xwe bi azadiyê bineqişîne. Dema ku dijmin zexta teslimiyetê lê ferz dikir, jê re behsa zarokên wî, mal û milkên wî dikir da ku xwe xilas bike, wî xeyala welatê azad di hizra xwe de diresimand û pêşkêşê gelê xwe dikir:
“Mirin ango evîn, ango asîmanbûn, ango çûn. Mirin ango cudahiyeke kin ji cihanê. Mirin ango terikandina diyar, dûriya bêdawî ji yaran, mirin ago çûn û careke din venegerîn. Bi yek gotinê mirin ango mirin. Mirin ger ejdehayek be jî di dilê min de wek moriyeke bêzirar e. Ji bo min mirin xelatek e ji hêla dost ve hatiye dayîn, ji ber ji bo gelekê ye. Navê min dê piştî mirinê bi şehîdan re were bibîranîn. Wiha jî mirin vejîneke nû ye. Ger biryar be di nav pêlan de min wek dînan li tehtên sahîlê bixin û ji min tenê kulmek hestî bimîne, ez ê mirinê hembêz bikim ku ev ne mirin e, belku peywendeke di navbera min, yên rabihurî û yên siberojê de.”
Ferhad Wekîlî ji hevalên xwe yên girtîgehê re dibû çavkaniya hêzê: “Êdî bêhna kulîlkên nêrgis, beybûn û nesrîn min ber xwe ve nakişînin, ji ber ku ez ê bixwe bibim rawestgehek ji bo bêhna nêrgis, beybûn û nesrînan. Bawer bikin ku min zehmetî û zoriyên pirr zêde kişandin. Lê dema min zanî ku ez li ser rêça yên çê me, ji wê demê ve ku min ji pakiya keçên Zagrosê re şahidî kir û wêrekiya xortên Ararat û Qendîlê eciband û ji wê dema ku Şaho jî giraniya xwe danî ser milên min yê westiyayî, diviya ez biçûma, diviya ez aşiq bibûma.”
Pêşengên şoreşê ne
Elî Heyderiyan tevlîbûna di nav refên azadiyê wek yekemîn qonax didît, û diviyabû hîna bigihîje rastiya Rêbertiyê. Di nav Hêzên Taybet de cihê xwe girt. Dizanî ku hîna pirr kêm erkên xwe pêk anîne, hîna diviya kedeke pirr mezintir raber bike. Lê êdî wexta wî hatibû. Yan dê bifiriya, yan jî dê ji zinaran biketa û heta hetayê tine bibûya.
Bêguman têkoşîna li Rojhilat û Îranê ya ji bo demokrasî, azadî û wekhevîtiyê bi pêşengtiya jinan didome qonaxeke nû ji bo gelan îfade dike û xwe dispêre kevneşopiyeke berfireh. Hemû şehîdên pêvajoya serhildana `jin, jiyan, azadî` hem şopdar hem jî domdarên berxwedaniya 9`ê Gulanê ne. Her yek ji wan jî dibin beşek ji dîroka ku ti carî nayê jibîrkirin û dê destkeftiyên pirr mezin ji bo pêşerojê bîne.
Serhildana Jin jiyan azad, çavkaniya xwe ji îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo digire. Şehîdên 9`ê Gulanê heval Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan ji pêşengên vê şoreşê ne.”
Çavkanî: Yeni Özgür Politika