DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrezorê li herêma Kasrayê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” meşekî li dar xist.
Meş ji pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêma Kasra dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîdan berdewam kir. Bi hildana al, pankart û bi qirîna diruşmeyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Di dawiyê de daxuyaniyekî hat dayîn û tê de behsa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin. Her wiha israr û têkoşîna xwe di xeta Rêbertiyê de û bersiva li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a ku beriya zêdetirî 25 salan Rêber Apo dîl girt û di bin hovîtiyê û cezayên li dijî mirovahiyê de hişt hatin diyar kirin. Ciwanên Şoreşger destnîşan kirin ku heya azadkirina Rêber Apo, hilweşandina dîwarên Îmraliyê, hilweşandina textên faşîzmê, avakirina civakeke demokratîk, siyasî û exlaqî, biryar, îrade û têkoşîna xwe wê bidome.