ŞEHBA – Ji bo bersivdayîna cezaya disîplînê ya li dijî Rêber Apo ku 2 roj berî hat ragihandin, Înîsiyatîfa Gel a Efrîn û Şehbayê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li navçeya Til Rifatê xwepêşandanekî li dar xist.
Bi hezaran şênî beşdarî meşê bûn. Bi hildana al û pankart û bi qirîna dirûşmeyan daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin. Meş çarxereya Til Rifetê de dest pê kir û li qada bazarê ya navçeyê veguherî mitîngê.
Piştî ku meş veguherî mitîngê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê heval Reşîd axaftin kir. Di axaftina xwe de tecrîda li ser rêber Apo şermezar kir û banga dewletên navdewletî kir ku li beramberî van sûcên di derheqê rêber Apo de pêk tên bi erka xwe rabin.
Li ser navê organîzatorên meşê axaftin hatin kirin. Di axaftina de hat destnîşan kirin ku dewleta faşîst a tirk ji ber tirsa xwe ya ji fikirê Rêber Apo, carekî din cezayekî li dijî hevdîtinên Rêber Apo da. Her wiha hat diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze Rêber Apo ji gel qut bike, lê gel wê xwedî li fikirê Rêber Apo derkeve û ji bo azadiya fîzîkî ya wî têbikoşe.
Bi vê ceza 3 mehên din hevdîtinên Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe hatin qedexe kirin.