MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê El-Heyayê ya Minbicê, derbarê geşedanên dawî yên di nava ciwanan de, girîngiya ciwanan di civakê de û çawa divê ciwan xwe ji madeyên hişber biparêzin, semînerekî li dar xist.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Semîner ji aliyê berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Huseyîn Bakarî ve hate dayîn. Gotûbêj ji beşdaran re hat vekirin. Her wiha, vekirina klubekî werzîşê û stadyûmekî li gund hat nîqaşkirin.