HESEKE – Îro li bajarê Heseke 2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşmeya “Bi zanist û zanînê emê xwe rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” tê li darxistin. Kongre li sala Serdem bi tevlîbûna 1000 xwendekarên zanîngeh, dibistan û peyamangehan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê pêk tê.
Di vê kongre de wê guhertinên bingehîn di stratejiya bi rêxistinkirina xwendekaran û rêznameyê tevgerê werin nîqaş kirin. Meclîsa giştî ya Tevgera Xwendekaran jî were hilbijartin.
Di serî de kongre ji Rêber Apo re, şehîdên şoreşê û gerîlayên di çeperên şer de hat pîroz kirin û ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn.
Her wiha, endama desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axaftina vekirinê kongreyê kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo tekoşîna xwe di nav xwendekaran dest pê kir û mînakê xwendekarên qehreman ku cihê xwe di nava tevgera azadiyê de cih girtin da. Her wiha, destnîşan kir ku xwendekar xwedî rolekî pêşeng di nav civakê de û di tekoşîna dijî êrîşên şerê taybet de.
Kongre wê heya êvarê berdewam bike.