HESEKÊ – Di 9’ê Gulanê Yekitiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê meşekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li darxist. Meş ji Çerxerêya Hemamê ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Çerxerêya Serhed a taxa Miftî ve bi rê ket.
Bi rexistinkirina Yekitiya Jinên Ciwan ber evarê Jinên Ciwan, Ciwan û gel li bajarê Hesekê kom dibûn û bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî re komplo têk bibin û dîwarê Îmralî hilweşînin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di nava meşê de sloganan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin berz kirin û meşa meşaley hatin pêxistin. Jinên Ciwan diyar kirin ku, heya Rêber APO fîzîkî azad nebe, Jinên Ciwan ser piyan û di nava berxwedanê de bin.
Di 7’ê Gulanê de agahî hat girtin ku ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêber APO dubarê hat birîn. Heya niha di 38 mehan de ji Rêber Apo ti agahî nayê girtin.
Li hember we bi pêşengtiya Jinên Ciwan li Hesekê meşekê hatiye lidarxistin. Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdurehman got: “Dewleta Tirk hewl dide bi rêya girankirina tecrîdê îradeya me têk bibe. Lê bila baş bizane ku em ê rêya azadiyê ya ku Rêbertî ji me re daniye bişopînin û tu carî serî li hember siyasetên wê natewînin.” Medya Ebdurehman destnîşan kir ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker, her wiha hemû dewletên ku banga demokrasî û mafên mirovan dikin di vî sûcî de beşdar in.