HESEKE – 2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ya bi diruşmeya “Bi zanist û zanînê emê xwe rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” didome. Kongre li sala Serdem a bajarê Heseke bi tevlîbûna 1000 xwendekarên zanîngeh, dibistan û peyamangehan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê pêk tê.
Xwendekaran derbarê hedefên kongre û guhertin ku werin çêkirin bi Nûçe Ciwan re axivîn.
“Navê min Ebdulrehman Xelîl e, li Zanîngeha Rojava li Fakûlteya Zanistên Siyasî dixwînim. Îro ev kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk yê 2’emîn tê li darxistin ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di vê kongreyê de, em wek xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin parvekirin çawa cûdahiyê were çêkirin, çawa gavên pêşî werin dayîn. Ama di kongreyê de jî tişt ku tên xuya kirin pergalê nû ye. Emê navê tevgerê biguherin, emê ji xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirs bikin çi nav guncav e. Emê alekî jî diyar bikin û ev tevger wê girêdayî xwendekaran be. Tevgera Xwendekarên Demokratîk wê li dijî dijmin derkeve. Dijmin mijara xwendekaran ji xwe re bingeh digire, ji ber xwendekar di asta zanînê de ye û dijmin li hemberî ev tişt derdikeve, lê em jî dixwazin ev tişt bişkînin. Bi zanêbûna xwe û pêşxistina xwe emê dijmin bişkînin. Emê bikaribin gavên nû dest pê bikin, şoreşa nû dest pê bikin. Tuzika ji bo xwendekaran hat xwendin, sînevîzyon jî hat pêxistin. Van girêdayî pêşketinên ku wê di pêşerojê de çêbibin di aliyê dibistanan û zanîngehan û xwendekaran bi giştî. Dîsa em vê konferansê li hemû hevalên di çeperên şer de, hevalên me yên ku parastina me dikin, yên ku ser sînor û ser çiyan şer dikin em li wan pîroz dikin. Em dixwazin serê wan jî bilind bikin.”
“Di serî de navê min Rozîn e. Ez wek xwendekar ji Şehba hatim. Ez beşdarî kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo ku em di pêşerojê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Emê pirsgirêkên xwe, daxwazên xwe û êrîşên dagirkeriyê binirxînin ber bi çareseriyê ve. Em li Şehba herî zêde di milê pirtukan astengî dikşînin ji ber rejîm rê qut dike. Em dixwazin xwendekar herî zêde di milê îdeolojîk xwe pêşbixin da ku em xwe nêzî Rêbertî bikin. Em dixwazin di dibistanan de pirtûkan Rêbertî werin xwendin. Xwendekar xwedî hêzekî ne, ciwan xwedî hêzekî şoreşger in, divê ku em li hember van astengan bisekînin. Di vê kongre de emê bendên diyar bikin da ku xwendekarên xwe pêşbixin û di dibistanan de tiştên nû werin ava kirin. Di dawî de ez serkeftin ji hemû xwendekaran re dixwazim.”