NAVENDA NÛÇEYAN –
Kurdistan ji hebûna xwe ve, ji bo azadîya xwe, di her serhildanê de bi hezaran bedêl daye û gelek ewlad û rêberê xweyên mêrxas defnî axê kir. Bêguman, wê bedêl, şehîdê xwe ê herî zêde, di dema PKK’ê de da û hêj ji dide. Di dîroka PKK’ê de, ji bo kû şehadeta gelek kesayetên girîng û pêşeng, milîtanên şoreşger di meha gulanê de çêbûn, ev bûn sedema meha sembolek ji bîrnekirina gelê Kûrd. Lê ne tene gelê Kurd, gelên bindest ya Rojhilata Navîn jî, ji ber Şehîden Şoreşê, Şehîden ku ji bo rizgariya Rojhilata Navîn canê xwe feda kirin.
01’ê Gulanê 1977
Li Stenbolê li meydana Taksim nêzî nîv mîlyon çalakvan kom bûn ku xwastin roja kedkarên Cîhanê pîroz bikin. Ew çalakvanên hatin êrîş kirin û di encame we êrîşê de 34 kes jiyana xwe ji dest da û şehîd ketin.
Wan kesan ku di we êrîşê de rol leyistin, hevalê Heqî Karer jî şehîd kirin. Komekê konter-gerîla bû ku di aliyê dewletê de hatiyê tevger kirin.
02’ê Gulanê 1982
Hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ên di 2’yê Gulana 1982’an encama xeta xiyanet û koplogeran de ku tim di civaka Kurdistanê de weke birîneke xwîn jê tê û mêtinger dixwazin pêş bêxin, şehîd bûbûn.
„Hûn Mamoste Mehmet Karasungur dinasin. Tevlî berxwedaniya Sîwerekê bibû. Li dijî derdora malbata we ya hevkar şer kiribû. Ji bo pêşxistina pêwendiyan diçe cem PDK‟ê. Pir ecêbe, li cem wan tê kuştin. Piştî diçe pêwendî pêş bixe wextek kin, di navbera PDK û YNK‟ê de pevçûn derdikeve. Di vê pevçûnê de tê kuştin. Dîsa her çendî ne bi şêwazek pir plankirî be, ev şahadet bi giştî encama hişmendiya komployekê ye.“
Rêber APO
02‘ê Gulanê 2016
Renas Avesta (Welat Cengiz) ku li Wanê hatiyê dûnya yê hîn de temenekî biçûk de rastiya dijmin naskiriyê û hîn di temenê wî biçûkê jî dikeve nav xebatên ciwanan. Di sala 2014’an de tevlî dibe.
Di pêşengtiya ciwanan de di sala 2015’an de pêngava ’Rêveberiyên Xweser’ hatibû îlan kirin. Heval Renas di xebatên kovara ‘’Yurtsever Gençlik’’ da meşandin, lê belê piştî Şerê Bajaran geş û mezin bû, coş û kelecana wî ya ciwantî berê wî da yek ji kelha berxwedanê: Nisêbîna rengîn. Di berxwedaniya ku bi pêşengiya ciwanan di Nisêbîna rengîn de dihat meşandin rola heval Rênas diyarker bû.
Heval Rênas bi rihê ciwantiya Apoger, xwe xist nav dilê gelê Nisêbîna rengîn û di 2’ê Gulanê 2016 li Nisebîn di berxwedana Rêveberiyên Xweser şehîd dikeve.
6’ê Gulanê 1972 û 18’ê Gulanê 1973
Di meha Gulanê de pêşengên şoreşa Tirkiyê jî şahadetên xwe yê mezin hene. Di 6’ê Gulanê 1972′an de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan bi sêdarê hatin şehîd kirin.
18’ê Gulanê 1973′an de Îbrahim Kaypakkaya li zindana Amedê bi îşkenceyê hate şehîdkirin.
„Dema ku lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî birin bi dar ve bikin, min ew dîtin. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê yê ku li dijî êşkencê li ber xwe da bi tesîr bû. Min dît ka hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.“
Rêber APO
9‘ê Gulanê 2010
Sala 2008`an, piştî ku heval Ronahî Rûken (Şîrîn Elehmhulî) li beramberî êrişên rejîmê çalakiyek kir û bi birîndarî dîl kete destên dijmin, Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, herwiha heval Soran (Elî Heyderiyan) jî hatin girtin.
Sala 2010`an Şîrîn, Ferzad, Ferhad û Elî Heyderiyan ala çanda berxwedanê ji Mazlûm û Sarayan wergirt, pê re jî ji bo gelê me li Rojhilatê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ne tenê êşkencekar û dozger, sîstema dagirker bi berxwedana van hevalan matmayî ma. Ji ber ku çanda berxwedana Amedê li Tehranê vejiyabû di nav gelên Îranî hemûyan de ew bûn sembolên berxwedanê.
Dijmin ji bo wan teslîm bigire, her tişt ceriband. Gava ku 9´ê Gulana 2010´ab ev çar fedaiyên gelê xwe hatin bidarvekirin, miradê rejîma Îranê nebûbû. Elemhulî piştî Leyla Qasim jina kurd a duyemin e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin.
“Şîrîna çavxezal û keça bêhempa. Niha dest û ling girêdayî, mîna xezalekî ku tîr bi dilê wê ketiye, neçar û birîndar bû. Ne, derew nîne, nemaze ez ji bo mafê jinan têkoşînê didim.“
(Pirtûka: Perperoka Azadiyê Şîrîn Elemhulî)
11‘ê Gulanê 1992
Heval Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962’yan de li gundê Bileyder ê bajarê Êlih a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi dengê xwe yê xweş û resen ê çiyayî hat naskirin.
Dema ku Heval Mizgîn li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di 11’ê Gulana 1992’yan de mala ku lê dima ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hat dorpêçkirin, şehîd Mizgîn li hember wan li ber xwe da û di dawiyê de şehîd bû.
Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.
13’ê Gulanê 1974 û 2020
13’ê Gulanê 1974‘an de keça çeleng Leyla Qasim ji hêla rêjima Baas ve hate şehîd kirin. Leyla Qasim jina kurd a yekemin e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin. Di heman rojê de di sala 2020‘an de Avesta Firaz Herekol li ber naxweşiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karawanê nemiran bû.
Heval Avesta Firaz Herekol (Xezal Kil) di sala 2009’an li bajarê Dîlokê di temenê xwe yê ciwantî de tevlê nava refên gerîla dibe û bi coşa ciwantî li hemû beşên Kurdistanê xizmeta gel û niştîmana xwe dike.
Mîna ciwaneke wêrek û têniyê azadiyê bi ruhekê fedayî erkê ser milên xwe bi cih aniye û di temenê xwe yê ciwantiyê de bê ku cudayî bêxe navê hewldaye ku li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji gel û niştîmana xwe re xizmet bike. Bi taybetî ji bo hişyarkirina ciwanan a ji bo ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê bînin, bi salan ked daye.
16’ê Gulanê 1997
Bûyerek ji bûyerên meha Gulanê ku gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bi bibîranîna wê tim bi hêrs bibe, Qetlîama Hewlêrê û şehîdên wê ne. PDK’ê, sala 1997’an bi dehan hevalên me yên birîndar ên di nexweşxaneyê de tedawî dibûn, qetil kirin. Ev qetlîam û xayîntiya PDK’ê kiriye, wê gelê me qet ji bîr neke. Mixabin PDK hêj jî li vê helwesta xwe xiyanetkar dewam dike, di nav dagirkirina Kurdistanê de û pêkhatina qetila Kurdan de, li ba dewleta Tirk cih digire, li dijî gerîlayên parastina Kurdistanê dikin, bi artêşa Tirk a dagirker re dibe alîkar. PDK, ji xeynî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî li vê helwesta xwe ya xiyanetkar dewam dike. PDK, xwe bi tevahî bi dewleta Tirk a dagirker a dijmin AKP-MHP’ê ku dijminên Kurdan in ve girê daye.