DIRBÊSİYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dirbêsiyê pêşengehekî wêneyên Rêber Apo pêşkêş kir û sînevîzyonekî li ser jiyana Rêber Apo da temaşe kirin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayek rêzgirtinê hat rawestîn. Piştî wê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi navê Suryaz û endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bi navê Siyud axivîn. Piştî wê sînevîzyon hat temaşe kirin. Standekî pirtukan jî hat vekirin û broşûr hatin belav kirin.
Çalakî bi qirîna dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Apo bi dawî bû.