NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ragihand ku wan di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de li Edene, Antalya û Aydinê gelek çalakî li dar xistine.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
“Hûn xwîn û hêsirên Kurdan li ser her milekî xaka Kurdistanê dirijînin da ku mafê wan bi dest bixin. We zimanê me yê zikmakî qedexe kir û zimanê tirkî li dibistanên xwe ferz kir. We gundên me şewitandin da ku me ji axa me biqetînin. We bêhna aştiyê da me û her tim em biçûkxistin. Kurdên birûmet vê zulma ku li wan hatiye kirin tu carî ji bîr nakin û di her firsendê de zerarê didin mal û milkên we Tirkan. Weke înîsiyatîfa zarokên agir em kurdên birûmet û birûmet ên ku ji Egeyê heta Marmara û Behra Spî li her derê bi ruhê tolhildanê tevgeriyan û tola tirkan hildan silav dikin.”
Çalakiyên ku hatin kirin:
Di 29.04.2024an de li Antalyayê bi dehan wesayît xera bûn.
Di 04.05.2024an de li Kemerağziya Antalyayê mala faşîstekî hat şewitandin.
Di 04.05.2024an de li Aydin Bozdogan zeviyek hat şewitandin.
Di 04.05.2024an de li Edeneyê lastîkên bi dehan wesayîtan hatin birîn û wesayît hatin xişandin.
Di 05.05.2024an de li Edeneyê 9 wesayît xera bûn.
Di 05.05.2024an de li Gazîpaşaya Antalyayê serayek hat şewitandin.
Di 07.05.2024an de lastîkên bi dehan wesayîtan hatin birîn.