QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo pêşenga tevgera Çand û Huner şehîd Mîzgîn bi mîhrîcanekî hat bi bîranîn. Gelek komên stran û helbestvan hunera xwe ya şoreşgerî pêşkêşkirin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê belgefilmekî kurt derbarê Şehîd Mizgîn hat temaşe kirin.
Her wiha, komên hunerî stran û helbestên xwe pêşkêşkirin û ji aliyê gel bi coş hatin pêşwazî kirin.
Jina ciwan a bi navê Rosîm, endama komekî hunerî ji Heseke derbarê bîranîna Şehîd Mizgîn bi Nûçe Ciwan re axivî.