TEBQA – Komîteya Jin a Tevgera Çand û Hunerê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jin û rêxistinên civaka sivîl, ji bo şehîd Mezgîn Botan û şehîdên tevgera çandê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de gelek axaftin li ser navê Tevgera Çand û Hunerê ya Navçeya Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenobia û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin kirin, ku tê de soza şopandina rêya têkoşînê û berdewamkirina têkoşînê heta herêmên dagirkirî yên Sûriyê (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) werin rizgarkirin hate dayîn.
Piştre sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Mizgîn Botan û şehîdên tevgera çandê.
Merasîm bi pêşkêşkirina strana hunermend Zîlan ji arşîva stranên şehîd Mizgîn Botan û pêşkêşkirina sirûda ji bo şehîdan ji aliyê hunermend Yasmîn a Navenda Çand û Hunerê ya parêzgeha Tebqayê ve bi dawî bû.