TEBQA – Di bin çavdêriya Encumena Werzîşê û bi sponseriya Şîrketa Zain, maça dawî ya Lîga Futbolê ya El-Baraym li yarîgeha Ciwanên Elsudasyu hat li darxistin.
Di encamê de tîma El-Sihat bi 2-1 li hemberî tîma El-Tarjî bi ser ket.
Ev maç bi amadebûna hevserokên Encûmena Werzişê û bi dehan temaşevan hat lidarxistin.
Tîma El-Sihat ku bû yekemîn, komîteya amadekar û hakem ji bo serkeftina vê lîgê hatin rêz girtin.
Meclîsa Werzîşê ya navçeya Tebqayê spasiya komîteya amadekar, hakem û piştgiran kir ku ji bo birêxistinkirina baş û serkeftina lîgê ked dan û û ji wan re serkeftin xwestin.