NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo Şehîdên Meha Gulanê paytexta London Ingilîstanê û li paytexta Yewnanîstan Atînayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
LONDON
Şehîdên Meha Gulanê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Gelê Kurd ve bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li avahiya KCC’yê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Bîranîn bi deqyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) a Ingilistanê ve hat kirin. Hat destnîşankirin ku Şehîdên Meha Gulanê li dijî faşîzîm, dagirkerî, newekhevî û xeta xiyanetê rênîşaneya xeta jiyaneke azad û birûmet e.
Piştre li ser navê KCDK-E’yê Şîvan Başûr û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Alî Poyraz axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya pêşxistina xeta şoreşgeriyê ya li dijî faşîzm û dagirkeriyê û dan zanîn ku ev yek pêwîstiya girêdanbûna bi şehîdan re ye û wiha gotin: “Em soza xwe dubare dikin ku heta şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin.”
Bîranîn piştî axaftinan bi guhdarkirina helbest û nîşandana sînevîzyonê dewam kir.
ATÎNA
Ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ji aliyê Platforma Yekîtiya Çalakiyê ya Yewnanîstanê ve çalakî hat lidarxistin. Çalakî li Navenda Çanda Kurdistanê bi tevlîbûna şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyê re pêk hat.