NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyê bi navê Rêber Soydan ê 20 salî, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin.
Rayedarên girtîgehê serê sibehê li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û îdia kirin ku kurê wî di hucreyê de xwe daliqandiye û xwe kuştiye.
Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.
Hat zanîn ku Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin.
Hat diyarkirin ku Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin.
Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran û bi îdiaya çalakiyên girêdayî vê îdiayê bi giştî 53 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li girtîgehên dewleta Tirk bi hezaran girtiyên nexweş mehkûmî mirinê tên kirin. Kiryarên dermirovî di salên dawî de bû sedem ku bi dehan girtî jiyana xwe ji dest bidin.