NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Xwebûn ku ji sala 2017’an û vir ve ji bo jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst tê weşandin, bi Kurdî, Elmanî, Tirkî û Îngilîzî gotar hene.
Edîtorên Xwebûnê di vê hejmara kovarê de bal kişandin ser mijara mîlîtarîzmê.
Edîtoran derbarê hejmara nû de ev tişt gotin:
“3. Di nav Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, girîng e ku ne ku pişt rastiyê baz bide, meriv gavekê li pêş rastiyê bimîne. Em dizanin ku bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku navenda vî şerî ne, êrîşên fizîkî zêde dibin û şerê psîkolojîk her ku diçe bi awayekî hedef tê bikaranîn. Bi şerên li Ukrayna û Rûsyayê, her wiha Filistîn û Îsraîlê re, niha amadekariyên şer bûne karekî rojane. Dewletên netewe yên hegemonîk bi milîtarîzekirina civakê dixwazin zayendperestî û faşîzmê di nava me de kûr bikin. Fêmkirina sîyaseta li pişt vê hîn girîngtir e, bi taybetî di vê dema ku leşkeriya jinê tê nîqaşkirin. Mîlîtarîzm di jiyana me ya rojane de çawa xwe dide der? Mîlîtarîzm çawa bi zayendperestiya rojane re têkildar e? Em wek edîtor girîng dibînin ku ev şer deşîfre bikin û ji ber vê yekê em hejmara 29. ya Xwebûnê veqetînin vê mijarê.
Di hejmara nû de beşek ji notên hevdîtina Rêber APO, nirxandinên wî yên li ser mijarê û nivîsên jinên ciwan û gerîla cih digirin.
Her wiha ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku di 28’ê Tîrmehê de tevlî karwanê nemiran bûne, gotarek hatiye nîvisandin.
Her weha hûn dikarin li ser Spotify li tevahiya kovarê guhdarî bikin:
Naveroka mijarê wiha ye:
Kurdî:
Jin wê cihana herî xweşik biafrîne
Stêrka Şoreşê: Şehîd Bişeng Brûsk
Tirkî:
Şehîd Sara Hogir Riha
Her dengek ji wê derê wateyek heye
Deutsch:
Die Geschwüre der Gewalt: Sexismus- Faschismus- Militarismus
Der unheilige Krieg gegen die Frau
Krieg und Frieden
Wie das Militär versucht unsere Köpfe zu belagern
Gestern wie heute- Freiheit verwirklichen
Mach wirklich zählt bû..
Îngilîzî:
Pirsgirêka milîtarîzma civakê
Rîtma bilez a ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’
Şikandina spiralê mîlîtarîzmê
Amargî – Zeytûn
Çavdêriya Fîlm: Hûn bi xêr hatin Dongmakgol