MARSÎLYA- Turnuvaya futbolê ya ku bi pêşengiya CKF (Ciwanên Kurdistanî ên Fransa) bi beşdariya 16 tîman pêk hat bi coş hate lidarxistin.
Turnuva di şexsê şehîd Alî Çîçek de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Temaşevanên ku hewl dan bi muzîk û govendê bibin deng ji tîman re reng li tûrnûvayê zêde kirin. Tîmên “Çarçella” û “Roja Sor” di tûrnûvaya ku bi rêbaza tasfiyeyê hat lidarxistin da wek fînalîst man.
Piştî pêşbirka bi coş û bi heyecan a di navbera tîmên “Çarçella” û “Roja Sor” de di maça dawî de, tîma Roja Sor bi encama 5-3 ji hevrikê xwe bû şampiyon.
Piştî ku tîman piştî maçê hev pîroz kirin, ji tîma serketî re kupa, madalya û xelat hatin dayîn. Bernameya dawî bi şahiyên bi coşeke mezin bi dawî bû.
Her wiha tîma serket diyar kir ku ew ê beşdarî Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di 25’ê Gulanê de bê lidarxistin bibin û bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di meha 25’ê mehê gulanê de bi dirûşma “Çand zirxa hebûna me ye” li Freiburgê bê lidarxistin bibin.