GERMIYAN – Li ser rêya Kelar-Kifrî wesayîtek xwendekaran qelibî. Di encama qezayê de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 7 xwendekar jî birîndar bûn.
Beriya nîvro li ser rêya Kelar-Kifrî wesayîtek xwendekarên dibistana amadeyî qelibî.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama qezayê de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 7 xwendekar jî birîndar bûne.
Hat gotin birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û birînên sê xwendekaran jî giranin.