QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo şêniyan bi meşekê tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir û piştgirî da berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) a li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê. Di meşê de bi sedan ciwan beşdar bûn.
Di meşê de 2 ciwanên ji pêkhateya Ereb ên ji Qamişlo û Çilaxa ji bo piştgiriya gerîlayan û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker tev li gerîlayan bûn.
Her du ciwanan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin li hemberî dagirkeriya Tirk tê raberkirin. Ji ber wê jî pêwîst e piştgiriya cesedî û manewî ji bo gerîlayan bê dayîn. Ji bo wê jî wan tevlêbûna li refên gerîlayan ragihand.