NAVENDA NÛÇEYAN – Hemleya civînan herêm bi herem ji bo hazirtiya kongreyê Yekîtiya Jinên Ciwan didome. Di vê çarçoveyê de îro li Dirbêsiyê û li Reqa civîn hatin li darxistin.
Li Dirbêsiyê civin bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan despêkir. Rêznameya Yekîtiya Jinên Ciwan bi zimanê kurdî hat xwendin û piştre nîqaş ji bo xurtkirina kar û xebata jinên ciwan hatin vekirin.
Li Reqa jî civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê hemû pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştî wê nîqaş li ser rewşa jin di Reqa de û zehmetiyên ku jin dikşînin di nav civakê de hat kirin. Her wiha, li ser çareseriyên ku jinên ciwan dikarin pêş bixin nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Di eynî demê de ji bo kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan jî nîqaş hat kirin. Di kongrê de guhertin di rêxistin bûyînê YJC de wê çêbibin.