QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê yên Cizîrê li bajarê Qamişloyê meşekî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo piştgiriya hêzên gerîla yên HPG li beramberî êrîşên kîmiyawî yên dewleta Tirk a dagirker li darxistin.
Meş ji Çerxerêya Şehîd Rûber dest pê kir û li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan rawestî. Li wir berdefka Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Ebdurehman axivî û bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê. Medya Ebdurehman beşdariya PDK’ê di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî şermezar kir û rêbazê pêşwazkirina Erdogan a li Hewlêrê bi bîr xist. Medya her wiha biryara desthilata Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê wek siyaseteke qirkirinê ya li dijî Kurdistaniyan nirxand.
Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Subhî Melek jî berxwedana gerîlayên azadiyê û QSD’ê silav kir û bi navê Yekitiya Ciwnanên Suryan ên Pêşverû piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman.
Subhî Melek got dê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo û têkbirina tevahî planên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.
Her wiha, di dawiyê de 2 ciwanên ji pêkhateya Ereb ên ji Qamişlo û Çilaxa ji bo piştgiriya gerîlayan û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker tevlî gerîlayan bûn.
Her du ciwanan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin li hemberî dagirkeriya Tirk tê raberkirin. Ji ber wê jî pêwîst e piştgiriya cesedî û manewî ji bo gerîlayan bê dayîn. Ji bo wê jî wan tevlêbûna li refên gerîlayan ragihand.