NAVENDA NÛÇEYAN –
Di zarokatiya xwe de difikirîm ku min digot; “wê bavê min dîsa tiştekê bike, xalên min hene, wê ev tiştekê bikin.” Piştî çend salan min dît ku, bav miriye, kal miriye û ev kar bi bavan-xalan re nayê meşandin. Piştre ez ber bi dîndartiyê ve çûm. Min ji bo meleye gund digot ku; “ev, ji Xweda agahî tîne, ji ezmanan di derbarê bihuşt û dojehê de agahî dide, dibe ku ji derdê me re bibe çare.” Piştre min temaşe kir ku, ev jî dawîbûneke cuda ye. Min got ji vî jî tiştek dernakeve. Ez çûm dibistanên KT‟yê jî. Min digot; “wê ev me mezin bike. Wê xwendin fêr bike, dewlete, di vê riyê de mezinbûn mûmkûne.” Lê piştî çend salan min dît ku, di nav de ketina me heye, di nav de bêariya me heye, di nav de bêşermî û mirin heye. Piştre bi çepê Tirkan re têkiliyên min çêbûn. Min got; “çepê Tirkan şer dike, di şoreşê de, di sosyalîzmê de azadiya me heye.” Piştî çend salan me dît ku, bi navê çepgiran, bi navê sosyalîzmê ji bo me dîsa ketîbûn heye.
Ji derveyî vê jî lêkolînên min li ser felsefê, îdeolojiyan, fikran hebû. Min digot ku dibe ku di nav de tiştin hebe. Me xwest li ser Kurdeyatiyê jî rawestin. Me çend kesên li ser navê Kurdeyatiyê diaxivîn dît ku, ew jî sedsal jî derbaz bibe nikarin xwe rakin ser lingan. Me ji van jî encamek negirt. Piştre, salên heftê bû, min wêriya ku yek-du gavan bavêjim. Xebata min jî wisa destpê kir. Heke nirxê mirov di me de hebe; em jî dixwazin li ser navê rastiya mirov, li ser navê rastiya welatparêziyê, li ser navê rastiya wekheviyê, li ser navê edalet û şerefa mirov, li ser navê gel û welat gelek tiştan bêjin. Pêwîste hûn hinek tiştan serbixwe bibînin, mejiyê me heye, nêrînên me hene. Xwe biparêzin. Em ê hinek tiştan gav bi gav bibînin.
Min got ji bo welatek axaftin, Kurdeyatiyê fikirin, çêbûna civatekê mûmkûne. Hemûyan min dîn dizanîn. Digotin; “Welatek wisa nîne, ev welat ji kîderê derket? Di vî welatî de, miletek wisa jî nîne, yên hene jî heliyane çûne.” Ji xwe dijmin digot; “min gelek wisa xilas kiriye.” Mirovên min, hevalên min û bavê min digot; “Kurê min, lawê min di tiştek wisa de hêvî nîne. Her tişt xilas bûye ma tu dînî? Ji bo van Seyît Riza, Şeyh Seît, Barzanî gelek tişt kirin, lê tiştek bidest nexistin. Di ser de jî tu bi tenê yî. Çend quruşan bêxe berika xwe bi seyarê biçe bixwîne.” Derfetên me yên wisa nebûn. Bi meşê diçûm her derê, heta zanîngehê jî bi meşê diçûm.
Ji rewşeke wisa çawa hatim bûm hêzek? Bibe nebê wê bibe yekî bêçare. Rast-nerast min hinek tiştan digot, lê wan digot; “na.” Rih û fikrê wan ne li gel min bû. Du sal cuda mam û di riya xwe de meşiyam. Ya girîng avakirina min a fikreke nû bû. Di çend salên derbazbûyî de me ev fikir di xwe de şênber kir. Piştre me bi hawirdora xwe re şer kir. Dijminê me dijmineke dîrokî ye. Dema tiştek ji bo xwe xeter dibîne pir tund lêdixe. Bi fitne-fesadê û di dawî de bi şûrê xwe yê li beramberî xwe ji holê radike. Me xwe ji ber şûrê wî xilas kir. Piştre em çûn Rojhilata Navîn. Me sitûyê xwe dirêjî ber şûrê dijmin nekir. Me xwe di çiyayeke biçûk yê Libnanê de parast û me karên mezin kir.
Di dîrok û Rojhilata Navîn de jî xebatên bi vî rengî kar kirin çêbûne. Musa, İsa, Muhammed hemû jî wisa xebitîne. Ji derveyî vê jî gelek şoreşger wisa çêbûne. Me jî cihek pir teng dît û dest bi xebata xwe kir. Dijmin her tişt bi şûrê xwe digire. Ji ber vê kes nikare xwe bê şûr, bi sîlehê biparêze. Divê bi girîngî li ser şûr û silehê bê sekinandin. Şûr û sileh ji bo çiye, bi ser çireye, çawa tê bidestxistin, piştî hat bidestxistin şûnde tu wê bi şûr û sileh li kî derê, çawa bixebitî, rêbaza vê çawaye? Divê bi salan li ser van bê sekinandin. Çima? Ji ber rêyeke din ya jiyankirinê nîne, bê şûr û sîleh henasa nayê girtin. Bê sileh çi bê gotin, çi bê kirin ji derveyî rastiyê ye.
Dijmin bi şûr û sileha xwe re her tiştê te ji destê te girtiye û ji bo te rê nahêle. Yan tu yê biçî winda bibî, yan jî îsyaneke bê amadekarî bikî û piştre bikevî. Rêyeke din ya vê nîne. Heke tu mêrxasî liber xwe bide! Lê tu miriyî! Heke birevî jî riya te digire. Ev rastiyên mezin û bêemanin. Lê me bi evîneke mezin, bi fersend û derfetên mezin ve şûr girtiye. Şûr wêrekî û dileke mezin dixwaze. Lê ji ber bêçaretiya mezin, ji her cihî ve bê rê û bê henase mayî şûnde tişta yekem tu hildî destê xwe şûreke, sîleheke. Me jî van bidest xist. Heke her yek ji me li cihekê bimire, darbeyên me bihêz nebin jî, dîsa em ê her tiştî bi şûr bidest bixin. Min li ser vê amadekarî kir.
Pêngava 15‟ê Tebaxê 10 saliya xwe temam kir. Di dîroka Kurdan de gaveke mezine. Di vî şerî de em çiqas fikirîn, me xwe çawa amade kir, me sileh çawa girt, ji bo çi, me dixwest çi azad bikin? Pêwîste di warê siyasî û leşkerî de li ser van pirsan baş bê sekinandin. Ez her tim dixwazim xwe azad bigirim. Min vê rastiya xwe diyar kir û li ser vê jiyan dikim. Rastiya min rastiya gel û welate. Bila dilê we azad be. Bila kes bi xirabiyên xwe ve bi min nelîze. Bila kes fikrê xwe yê paşketî û zordariya xwe li ser min ferz neke. Ji bo welat, ji bo azadiyê hevaltiya xwe pêş bixin, dostaniya xwe pêş bixin. Û ev mafê me ye. Bê vê jiyan nayê meşandin. Heke ez karê xwe, armanc û hedefa xwe wisa nekim, wê nirxê jiyana min a pênc quruşan nebe. Heke li ser siyasetê pir klasîk bê sekinandin şoreşek jî nikare bigihe armancê. Gelek şoreş jî wisa çêbûne û di encamê de binkeftin jiyan kirine. Li ser navê Kurdeyatiyê jî gelek tişt bûne, lê encam nehatiye girtin. Ji berê zêdetir hatine xistin.
RÊBER APO
Pirtûk: Dîrok Di Roja Me De Veşartiye