NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyê Pêşerojê, bi armanca perwerdekirina ciwanan di felsefeya Netewa Demokratîk de û danasîna rola pêşeng a ciwanan li Til Hemîs û Til Koçer broşûrên bi sernavê “Bi pêşengiya ciwanan wê azadî bi ser bikeve” belav kir.
Di nava broşûrê de feraseta neteweya demokratîk û girîngiya rola pêşeng a ciwanan di avakirina civakê de tên dest girtin. Broşûr li parkên û kolanên bajêr ji ciwanan re hatin belav kirin.