BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Lehengê Amedê, hevrêyê me yê milîtanê Apoyî yê hêja Armanc Mervan di 22’ê Adara 2024’an de şehîd ket.
Hevrêyê me Armanc ê ku felsefeya Apoyî ji xwe re kir şêwazê jiyanê, ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû bi fedayane tevlî bû. Hevrêyê me yê ku bêwestan di nava hewldana mezinkirina têkoşînê bû, di vê wateyê de kedeke mezin da. Hevrêyê me Armanc ku xwest hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a qirker veguherîne çalakiyan, ji bo vê yekê tim xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Hevrêyê me di her qadê de bi kesayeta xwe ya milîtan a Apoyî bawerî dida hevrêyên xwe, bi beşdarbûna di gelek xebatên girîng û stratejîk de layiqî baweriya hevrêyên xwe bû. Di heman demê de hevrêyê me yê bêyî ku ji xeta jiyanê ya Apoyî tawîz bide şer kir, li her cihê ku weke fermandar xebitî, hewl da ku felsefeya Apoyî zindî bike.
Hevrêyê me Armanc bi kesayeta xwe ya têgihîştî, mutewazî û sade ji hemû hevrêyê xwe re bû fermandarekî mînak, bi moral û coşa xwe jî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrê Armanc bandoreke mezin li ser hemû hevrêyên ku pê re têkoşiyan hişt, her çiqasî hevrêyên wî bi vê şehadetê gelekî xemgîn bûn jî, ev yek jî wê bibe sedema geşkirina têkoşînê.
Bi van hestan em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrê Armanc û ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe bi Rêbertiya azad li Kurdistana azad zindî bihêlin.
Agahiyên nasnameya hevrêyê me Armanc wiha ne:
Nasnav: Armanc Mervan
Nav û paşnav: Ozgur Yenî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Ayşe – Sirri
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adar 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Amed a ku tim bûye navenda Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi hezaran leheng mezin kir û ked daye têkoşîna azadiyê ya gelê me. Amed, bajarê serhildêran û bêyî navber timî bûye paytexta ku gelê me rûyê xwe jê re dizivirîne. Hevrêyê me Armanc li bajarê berxwedanê Amedê, di malbateke welatparêz û dilsozê çandê de hatiye dinê. Malbata wî ya bi eslê xwe ji Farqînê ye, serî li ber cerdevaniya dijmin dananî û berê xwe da navenda Amedê. Hevrêyê me Armanc jî li vir ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me yê ku bi saya welatparêziya kûr a malbatê di temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK nas kir, gerîla weke lehengê zarokatiya xwe hilbijart. Ji ber vê sedemê dema mezin bibe, xeyala wî ya herî mezin ku bibe gerîla bû. Hevalê me Armanc ku demekê çû dibistanên fermî yên Tirkan jî, bi vê yekê hay bû ku ev dibistan navendên asîmîlasyonê ne, ji bo parastina cewherê xwe hewl da. Weke her ciwanekî Kurd, ewilî bi zilm û zordariya ku li malbata wî hatiye kirin û bi êşkenceyên ku li dayik û bavê wî hatiye kirin rastiya dijmin nas kiriye. Hevrêyê me Armanc ji vegotinên malbata xwe fêrî êşkenceya sîstematîk a dijmin a di salên 90’î de li ser gelê me hatibû kirin bû, li hember dijmin hêrseke mezin pê re çêbû. Di heman demê de ji ber zextên dijmin koçber bûn û zehmetiyên aborî û manewî yên malbatê bandoreke mezin li ser hevrê Armanc kir. Ji ber ku hemû ferdên malbatê dixebitîn û ji ber vê yekê neçar man ku ji hev dûr bijîn û di temenê xwe yê biçûk de ji bo debara malbata xwe bi karên cûrbecûr xebitî, hêrsa hevrê Armanc a li hemberî dijmin zêdetir kir. Di sala 2007’an de tevlîbûna birayê wî ya di nava refên gerîla û di sala 2012’an şehadeta hevrêyê me Baran – Mistefa Yenî yê pismamê wî bi qasî bandoreke mezin li ser hevrê Armanc çêkir, di heman demê de bû sedem ku têkeve nava lêgerîna têkoşînê. Piştî 7 salan bi dîtina hevrêyê me Mervan – Cuneyt Yenî, birayê xwe yê mezin ê di sala 2014’an de tevlî Berxwedana Serdemê bûbû, dilxweşiyeke bêhempa bi hevrêyê me Armanc re çêkir û di heman demê de hişt ku wî bigihîne biryardariya tevlîbûna nava refên gerîla. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de yekem car hewl da tevlî nava refên gerîla bibe, cara yekem nekarî bigihêje armanca xwe. Lê dîsa jî dest ji biryara xwe berneda û di sala 2015’an de careke din hewl da û bi rêya Amedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Armanc ê ku piştî tevlî nava refên gerîla bû demeke kin li Amedê ma û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe ya yekem li herêma Heftanînê dît, bi saya tevlîbûna xwe ya bi îrade û bi coş zû hînî jiyana çiya û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Armanc ku bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê û kesayeta xwe ya rast baweriya hevrêyên xwe girt, tevî ku şervanekî nû bû jî di nava xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me yê ku her tim ji bo pêşxistina xwe ya leşkerî di nava hewldanan de bû, bi taybet piştî ku birayê wî yê mezin hevrê Mervan-Cûneyt Yenî di Berxwedana Serdemê ya Sûrê de şehîd bû, hewldana xwe hîn zêdetir kir. Dizanîbû ku bersiva li hemberî pêvajoya şer, di hêza leşkerî de şarezabûn e û bi vî awayî dikare layiqî rastiya Rêber Apo û şehîdan bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku di sala 2016’an de li Dibistana Şehîd Mehmet Goyî ya Operasyonê perwerdeya leşkerî dît, ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi dawî kir. Hevrêyê me bi israra dixwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bûn. Ji ber hewcedariyê tevlî xebatên ku bawerî û hesasiyeteke mezin dixwaze, bû. Hevrêyê me yê ku demeke dirêj li herêmên Heftanîn û Metîna di nava xebatên sewq û rêveberiyê de cih girt, di vê pêvajoyê de gav bi gav hewl da ku xwe pêş bixe. Hevrêyê me yê ku parêzname û analîzên Rêber Apo xwend û li ser wan lêkolîn kir, bi vê lêhûrbûnê xwe têr û tijî kir. Hevrêyê me Armanc ku rastiya şerê dijwar ji nêz ve dişopand, ji her xeletiyekê ders derdixist. Di vê wateyê de hevrêyê me yê ku rastiya şer heta hucreyên xwe hîs dikir, her şehadetên çêdibû dikir sedema tolhildanê. Li ser vî esasî di çûna qadên şerê germ de israr kir. Lê belê ji ber dirustî û dîsîplîna dawî ya xebata ku di nav de bû, ev daxwaza hevrêyê me Armanc her tim dihat taloqkirin. Hevrêyê me yê ku piştre li Akademiya Hakî Karer beşdarî perwerdeya bîrdozî bû, firsenda ku xwe di felsefeya Rêber Apo de xwe hîn kûrtir bike dît. Hevrêyê me bi vê lêhûrbûnê re rastiye şer berfirehtir girt dest bi taybetî di aliyê bîrdozî û têkoşîna rêxistinî de xwe kûrtir kir. Hevrêyê me yê ku li ser têkoşîna azadiya jinê ya ku Rêber Apo nirxek û girîngiyeke mezin dayê, xwe kûrtir kir û li hemberî feraseta xwe ya ji hêla desthilatdariya mêr a pergalê ve hatiye afirandin têdikoşiya. Hevrêyê me Armanc ê ku zanîbû jiyana bi hevrêyên xwe yên jin re wê tenê li ser esasê felsefeya azadiyê watedar be, li ser vê bingehê bi kêmahiyên xwe re têkoşiya. Bi asta ku di kesayeta xwe de afirand hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe yên jin qezenç kir.
Hevrêyê me Armanc piştî perwerdeyê beşdarî xebatên Fermandariya Biryargeha Navendî ya me bû, li vir jî bi heman tempoyê xebat meşand. Hevrêyê me yê ku ji ber zêdekirina erk û berpirsyariyên xwe yên di xebatên ku tê de cih girtibû, di demeke kurt de bû xwediyê pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me yê ku bi saya hişmendiya rêxistinî û zanebûna xwe ya bîrdozî beşdarî xebatên stratejîk bû, tu carî xwe têr nedidît. Ji ber vê sedemê diyalektîka pêşketina Apoyî bi domandina pêşketina xwe bi awayekî serketî sepand. Hevrêyê me yê ku weke milîtanekî Apoyî nikarîbû tehemulî êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me bike, her tim bi israr dixwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku bi armanca pisporbûna taktîkên gerîlayên serdema nû, li Akademiyên Şehîd Mahîr dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Hevrêyê me Armanc di perwerdehiyê de bi ked, daxwaz û hêrsa serkeftinê bû mînak. Piştî ku perwerdeya xwe qedand li akademiyê ma û perwerdeya hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me ku du dewran ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve hevrêyên xwe perwerde kir, yek bi yek hevrêyên xwe re eleqedar bû û hişt ku perwerdeyê serkeftî biqedînin. Di vê wateyê de hevrêyê me Armanc di têkoşîna dîrokî ya li hemberî dagirkeran de bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku piştî xebatên perwerdeyê bi israr pêşniyara çûyîna Bakurê Kurdistanê dikir, ji ber tecrubeyên ku bi dest xistî dîsa di nava Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt. Di demeke ku li Metîna, Zap û Avaşînê bi taybet li Bakurê Kurdistanê şer dijwar bû, hevrêyê me Armanc hevalên xwe yên di çeperên berxwedanê de jidilê xwe hîs kir, xwest her kêliyê bi mezinkirina tempoya şer ji berxwedana hevalên xwe re bibe bersiv.
Hevrêyê me Armanc ê ku milîtaniya fedaî ya Apoyî weke şêwazê jiyanê destnîşan kir û her tim hewl da ku li gorî wê bibe xwedî pratîk, bi sekna xwe ya jiyanê û hevrêtiya xwe ya xurt bû mîlîtan û fermandarekî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetek sade, mutewazî û têgihîştî ye, bandoreke mezin li her hevrêyê ku pê re xebitî hişt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Armanc de bi hişmendiya layiqî bîranîna hemû şehîdan bibin, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”