KOBANÊ – Cenazeyê şervanê QSD’ê Egîd Kobanê (Mistefa Mihemed Elî) yê 14’ê Gulanê li bajarê Sirînê yê kantona Firatê şehîd bûbû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hat veşartin. Gerîlayên HPG’ê Fîraz Arteş (Muhammed Heliç ) ê 30’ê Îlona 2022`an li Metînayê şehîd bibû, Denîz Aras Kobanê (Necla Bozî ) ê 17`ê Kanûna 2021`an li Xakûrkê û Zîn Zagros (Gulê Hiso) a 1`ê Nîsana 2024`an li Garê şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Berdevka Kongra Star a bajarokê Şêranê Lifriye Mehmûd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û di kesayeta her 4 şehîdan de şehîdên komkujiya Hewlêrê bi bîr anîn.
Lifiriye got, bi berxwedana gerîla dê serketin mîsoger bibe.
Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Polat Amed jî got, dê bi hêz û berxwedana şervanan dawî li dagirkeriyê bînin û wiha domand: “Em li ser soza xwe ne. Çi dibe bila bibe em ê li hemberî kiryarên dagirkeriyê serî hildin.”
Ji hevreyên şehîd Denîz Aras Kobanê, Darîn Denîz sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got: ” Xeyalê şehîd Denîz Aras Kobanê pir mezin bû. Xwesteka wê welatekî azad bû. Li hember dagirkeriyê têkoşîneke bêhempa kir heta gihaşt asta şehadetê.”
Piştre wesîqeyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Egîd Kobanê bi dirûşma ” Şehîd Namirin” û tilîliyên dayikan hat veşartin.
Piştî merasîm bi dawî bû, girseya gel berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Egîd Kobanê ku li taxa Şehîd Ebdo ya li bajarê Kobanê hatiye vedan.
Çavkanî: ANHA