MINBIC – Li gundewarên Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî girseyî di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat li darxistin. Gelek endamên saziyên sivîl û leşkerî jî beşdar bûn.
Meş li ber avahiya Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a gundê Ebû Qul dest pê kir. Di meşê de al û pankartên Rêber Apo û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo hatin berz kirin.
Dema meş sekinî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat rawestîn. Piştre berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hisên Bakarî axivî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo di zindana Îmraliyê de. Her wiha hevserokê Meclîsê ya Tel Hawzanê Refîq Ehmed û hevserokatiya Meclîsa Ebû Qelqal rêheval Hacer El-Ehmed axivîn.