REQA – Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êlan, nûnerên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, meclisên komînên kantonê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Zagros (Quteybe El Ebid) bûn.
Di merasîmê de şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê turenek li dar xistin. Dûre endamê Komîteya Têkiliyan a QSD`ê li herêma Tirweziye Serhemd Amûde axivî û got: “Divê em wefadarê şehîdan bin. Bi saya fedakariyan wan em li vir kom bûne. Em soz didin ku rêya wan bişopînin heta ku serkeftinê bi dest bixin, Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.”
Endamê Desteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a kantona Reqayê Ehmed El Xelîl wiha axivî: “Em li cihekî pîroz in. Bi saya yên li vir, em hene. Wan bi xwîna xwe ya pak, axa me ji teror û terorsîtan rizgar kir.”
El Xelîl wiha domand: “Em soz didin şehîdan li ser şopa wan bin. Bila sulganê terora osmanî jî bizane ku gelê herêmê û lehengên wê nahêlin xeyalên wî pêk werin. Em ê armancên xwe di avakirina civakeke azad, rûmet û demokrat de di nava Sûriyeya pêşerojê û biratiya gelan de bi dest bixin.”
Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre hevalên şehîd, cenazeyê şehîd Zagros di nava dirûşmên “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey şehîd” spartin axê.