NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî derbarê hewldanên reşkirina tevgera xwe daxuyaniyekî nivîskî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku tu têkiliya wan bi van bûyeran nîne û ew wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, ji bo têkbirina dagirkeriyê, vala derxistina şerê taybet û hemû polîtîkayên dijî gelên herêmê tekoşîna xwe bilindtir bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“JI BO RAYA GIŞTÎ:
Em di pêvajoyek girîng û hesas re derbas dibin. Şer kû li tevahiya cihanê tê meşandin bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Hêzen hegemonîk bi poîltîkayên xwe yên qirêj dixwazin carek din hegemoniya xwe ya cîhane bidest bixin. Ji ber buhara gelan li Rojhilata Navîn dest pê kir, ev hişt kû sîstem bi temamî nav hev bikeve. Van polîtîkayên xwe yên qirêj li Kurdistanê bi awayekî bê navber didin meşandin. Bi tecrîda kû iro li ser Rêber Apo û bi erîşen xwe li ser qadên gêrila dixwazin pilana xwe ya qirkirin bidin meşandin.
Şoreşa Rojava, bi pêşengtiya ciwanan hat dest pêkirin û ev nêzî 12 sal berdewam dike. Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo avakirina hişmendiyekî exlaqî, azadîxwaz, pêşeng û serhildêr û avakirina hêzên xweparastinê de rolekî sereke di şoreşa Rojava de lîst. Her wiha, tevgera ciwanan ji dema şehadeta heval Çekdar Amed seknekî radîkal li hemberî îxanetê xwînxwar û dagirkeriyê raber kir. Ji Kobanê heta Efrînê, ji Efrîn heta Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo parastina gel û destkeftiyên şoreşê her di xeta pêş de bû û xeta teslimiyetê tu carî ji xwe re qebûl nekir.
Li hemberî vê, tevgera ciwanan jî bû hedefa dijminên şoreşê û bi taybet ya dewleta tirk û kesên xîyanetkar ku her dixwestin rastiyê berovajî bike da ku gel ji tevgera ciwanan dûr bixin û tevgera parçe bikin. Bi taybetî di dema dawiyê de hin bûyerên weke şewitandina hin cihan, revandina hin kesan û bikaranîna şîdetê li hember kesan li herêmên bakur u rojhilatê Suriyê hatin kirin. Ev ji milê hinek kesên ku dixwazin bi vê yekê tevgera me reş bikin û normalize bikin hat kirin. Em li vir dubare diyar dikin ku yên van karan dikin bi tevgera me re tu têkiliyên wan nînin.
Ji dest pê ka şoreşa Rojava heya roja îro me hezar şehîd dan. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger emê her li ser şopa rêya şehîdên a ji bo parastina gel bin û emê tu carî nekevin di bin bandorê şerê psîkolojîk ê hêzên berjewendperest û xwînxwar. Ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, ji bo têkbirina dagirkeriyê, vala derxistina şerê taybet û hemû polîtîkayên dijî gelên herêmê emê her tekoşîna xwe mezintir û bilindtir bikin heya ku em bigihêjin hedefa xwe. Em li vir banga hemû ciwanên Sûriyê dikin ku werin di bin siwana ciwanên şoreşger de xwe rêxistin bikin û li hemberî dagirkerî û îxanetî têbikoşin.
SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER ÊN SÛRİYÊ
17.05.2024”