TEHRAN – Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî piştî 3 rojan li benda 209’an a girtîgeha Êvînê vegeriya beşa jinan û dawî li çalakiya xwe anî.
Li gor zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Werîşe Muradî piştî 3 rojan li benda 209 a wê girtîgehê, piştî nîvro piştî 3 rojan ji bo beşa jinan a girtîgeha Êvînê hat vegerandin.
Girtiya siyasî ku ji roja Çarşemê ve di greva birçîbûnê de bû, piştî ku vegeriya girtîgeha jinan, dawî li çalakiya xwe anî.
Hevrêya girtiyê çalakvan Pexşan Ezîzî ku ji roja Sêşemê ve ji bo şermezarkirina veguhestina Werîşe Muradî bo Girtîgeha 209’an dest bi greva birçîbûnê kiribû jî dest bi greva birçîbûnê kir.
Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin