QAMIŞLO – Di 10’ê Gulanê 2024’an de Kongreya duyemîn ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêk hat. Îro endamên Yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê encamnameya kongreya duyemin diyar kir:
Daxuyanî wiha ye:
Bi dirûşmeya ( Emê bi zanist û zanînê xwe bi rêxistin bikin û dagirkriyê têk bibin) kongireya tevgera xwendekarên demokratîk di dîroka 10′ ê gulana 2024′ an de bi tevlêbûna hezar xwendekar ji dibistan,peymangeh û zanîngehan li seranserî Sûriyeyê û endamên meclîsên tevgerê û bi beşdarbûna mêvanan ji desteya perwerdê, mamoste, endamên partiya Sûriyaya pêşerojê MSD’ ê û endama meclîsa seroketiya partiya yekîtiya demokratîk PYD’ ê Fûza Yûsif, pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan kongre bi gotina endama meclîsa seroketiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ ê Fûza Yûsif hat vekirin, pişt re peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Piştî gotinên vekirinê bi dawî bûn, perspektîfên Rêbertî ji xwendekaran re hatin xwendin û xebatên kongre û tevgera xwendekaran ên salên dawî li pêşiya ragihandinê bi xwendina rapora meclîsa giştî ya tevgera xwendekarên demokratîk destpêkir, rewşa rêbertî, siyasî û rêxistinî hat xwendin. Her wiha rewşa rêxistinî ji aliyê xwendekar û endamên meclîsê ve û rola xwendekaran di civakê de û erkên wan yên niştîmanî û netewperwerî di qonaxên borî û bê de hatin nirxandin.
Kongre bi xwendina rêziknameyê berdewam kir, her wiha hilbijartinên endamên meclîsê yên nû û hibijartina ala nû ya yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê bi nêrîna beşdarên kongreyê, pêk hat. Di kongreyê de hat diyarkirin ku tevgera xwendekaran bi navê xwe yê nû (Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê) ji bin sîwana Tevgera Ciwanan derdikeve û bi awayekî xweser tenê di bin sîwana xwendekaran de xwe bi rêxistin dike, her wiha li gorî vê jî hin guhertin di rêziknameya yekîtiya xwendekaran de çêbûn û aleke nû hat çêkirin û hilbijartin.
Di encamê de bi armanca xwendekar xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, biryarên kongreya duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin xwendin û soza têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û pêşxistina hişmendiya parastina rawa li dijî êrîşên dagirkeriyê her wiha pêşxistina zanist û zanîna civakê dan.
Yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê Têkoşîna li dijî têgehên desthilatdarî, zayendperestî û binpêkirinên li dijî azadiya jinê û tundiya li ser wê pêşbixîne û zanista jineolojî weke riya çareseriyê bigire dest. Li hemberî kiryarên şerê taybet (heyberên hişbir, fohoş, ajantî, karên bê exlaqî û h.w.d) xwe perwerde bike û şerê gelê şoreşgerî bingeh bigire. Li hemberî zanista ku dikeve xizmeta desthilatdariya kapîtalîst, têkoşînê xurt bike û zanistê bixe xizmeta civaka xwe. Dahûrandinên Rêber APO bixwîne û li ser wan panêl, komxebat û semîneran bide. Ji bo berdewamkirina têkoşînê da ku hemû armancên yekîtiyê bi dest bixin û parastina destkeftiyên gel bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û Sûriyayek demokratîk ava bikin ku di civakek zane de jiyan bikin, her wiha li gorî felsefeya netewa demokratîk û riya azadiya jinê bi pêşengtiya xwendekaran xebat bikin.
Di dawiyê de Jînda Ehmed û Îzedîn Mustefa weke kordînasyona giştî ya Yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê hatin hibijartin û endamên meclîsa giştî ya yekîtiya xwendekaran hatin hilbijartin.
Ji bo hemû xwendekarên Sûriyeyê, em bang dikin ku hemû xwendekar cihê xwe di nava yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê de bigirin. Bi rihê welatparêzî û berpirsyarî em soza dewamkirina kar û xebatên ku dikevin ser milê me didin û ji bo bilindkirina asta zanist û zanînê û têkoşîn û berxwedanê bi hemû enerjiya xwe bixebitin.
Bijî yekîtiya xwendekarên welatparêz ên Sûriyê
Bijî biratiya gelan û Sûriyayek demokratîk
Bijî zanist û zanîna rast”