ŞENGAL – Îro li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO komxebata Jinên Ciwan bi çosekê mezin pêk hat. Nêzîkî 30 Jinên Ciwan ên ji saziyên weke YJŞ (Yekîtiya jinên Ciwan yên Şengalê) , TAJÊ û û Jinên Ciwanên Tekoşer yên başûrê Kurdistanê beşdarî komxebatê bûn. Komxebata Jinên Ciwan ên Şengalê û başûrê Kurdistanê di bin sîwana pêngava ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî hatiye lidarxistin.
Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Şehîdan despêk kir. Piştî we sînevîzyon bi persketîfên Rêbertî ji bo ciwanan hat temaşe kirin. Di berdewamiya bername 3 semîner hatin lidarxistin û giredayê azadiya Jin û Rêber APO niqaşên pêk hatin.
Semîner Ii ser hevaltiya jinan bi Rêber APO re, nasnameya jinan û pêngava azadiya fizîkî ya Rêber APO ji aliyê dîplomasiya jinan, jinên ciwan û meclisa Şengalê ve hat dayîn.
Endama komîteya diplomasiya jinên Êzidî Ferîde Şangalî behsa têkoşîna jinan kir û wiha got: “Mirovên ku fikrên serok Apo nas kiribin dikarin li ser lingên xwe rawestin. Tecrîdekî giran li ser serok Apo heye nahêlin em agahî jê bigrin. Tirsa wan ji fikrên azad heye. Erka me ew e weke jinên ciwan em pêşengiya azadiya fizîkî ya serok Apo bikin.”
‘Jina azad bê çare namîne’
Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew bi fikrê Rêber APO xwe perwerde dikin û pêşengiyê dikin û wiha got: “Serok dibêje baweriya min bi fikir û hêza jina azad û rast heye. Divê em bibin ew jina ku serok behs dike. Pir nirxandinên serok Apo yên li Îmraliyê li ser jina Êzidî hene. Em hemû dizanin ku îro gava ku jinên Êzidî davêjin û pêşengiyê dikin, bi fikirên serok Apo ne. Em ê jî bibin hêz û bersiv ji serok Apo re. Bi hezaran gerîlayên jin ked dan û şehîd ketin, hemû ji bo avakirina jiyana azad û bi aram e.”
Jinên ciwan pêşengên civakê ne
Endama jinên ciwan Emîra Zozan jî li ser nasnameya jinan axivî û got: “Jinên ciwan xwedî du nasname ne, jinên ciwan û jin. Em weke jinên ciwan pêşengên civakê ne. Lazim e em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin ku li hemberî şerê taybet bisekinin. Li kampan zilim li jinên ciwan tê kirin. Pêwîst e em bibin hêz û li hemberî wê zilimê bisekinin. Ji ber ku em xwediyên fikir û felsefeya azad in. Em pêşeng in. Divê jinên Êzidî fermanê ji bîr nekin. Ji ber ku yên di fermanê de hat kirîn û firotin jinên ciwan bûn, yên êş kişandin jî jinên ciwan bûn yên ku wê tolê rakin jî jinên ciwan in. Jin wê xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û bibin xwedî zanebûneke mezin.”
Hilwa Feqîr li ser navê meclisa Şengalê semîner li ser pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rolê jina Êzidî da. Endama Meclîsa Şengalê Hilwa Feqîr semînera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber APO da û di serî de wiha got: “Serok APO ji zaroktiya xwe de zihniyeta ku civakê birêve dibe û zilmê lê dike dît û li hemberî wê jî şer kir. Tunekirina ziman qebûl nekir, koletiya jin qebûl nekir û li hemberî wê serî rakir. Ta ku tekoşîn û berxwedaniya serok heta roja îroj hat. Serok li himberî hemû tunebûn û zilmê sekinî. Her kesekî ku fikrê serok nas kir li himberî dewleta desthilatdar ya tirk serî rakirin û bûn hêz. Piştî naskirina serok dagirkeran xwestin serok Apo tune bikin lê, nekarîn.”
Li ser navê Jinên Ciwan ên Tekoşer yên başûrê Kurdistanê Şatûn Mihemed axaftin hate kirin û wiha got: “Di nava civaka me de pir guhertin çêbûn ew zora dijmin. Xwestin bi riya ziman, çand û gelek şêweyên cwida me têk bibin. Dixwazin bi riya medya civakî ciwanan tne bikin. Lê riya azadî û xwe parastinê me bi fikirê serok APO nas kir. Me fam kir ku tenê bi riya jiyana netewa demokratîk em karin jiyanek aram ava bikin û xwe ji hemû ferman û tunebûnê biparêzin.”
`Îro em bi fikirê serok Apo xwedî hêzin`
Endama Fermandariya Şengalê Jiyanda Êzîdxan jî di panêlê de axivî û wiha got: “Îro ger ku em weke jinên ciwan kom bûne û tecrîda li ser serok dinirxînin, panêlekî ewqas bihêz em lidar dixin ev nîşaneya hêza me ye û gav avêtina me jina ye. Ger ku berê hêzekî me weke YJŞ`ê yan yekîtiya me ciwanan heba wê tucarî ferman nehata serê civaka me. Fermana ku me jiyan kir em tu carî jibîr nakin. Îro her ciwanekî ku livir rûniştiye xwedî nerîn û fikrekê ye ji bo serok Apo. Ev fikrandinekî pîroz e.”
`Divê jinên ciwan pêşengê hemû jinan bin`
Jiyanda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tekoşîna Îmraliyê ji ya civakê ne qute û wiha got: “Tecrîda ku li ser serok Apo tê meşandin, îro li ser me jî tê meşandin. Tişta ku li wir tê jiyan kirin ne kême û em jê ne dûrin. Armanca dagirkeran ewe ku serok Apo ji me dûr bixin. Lê wê tucarî negihîje armanca xwe. Serok Apo li Îmraliyê tekoşîn dike em jî li vir bi wî fikirî tekoşîn dikin.”
`Emê tekoşînê ta azadiyê bikin`
Endama Yekîtiya Jinên Şengalê Hala Şengalî axîvî û da zanîn ewê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tekoşîn bikin û wiha got: “Îro ev kombûna me bi fikirê serok Apo ye, em çi jî bikin ji bo serok Apo kêm e. Em ê xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin û hemû jinên ciwan jî bixwe re ber bi pêşve bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya serok Apo emê tekoşîn bikin. Ta ku em serok Apo li Şingalê di nava xwe de bibînin.”
`fikrê serok Apo û yê civaka me ji hev ne dûre`
Endam Koordînasyona Jinên Ciwan ya Şengalê Evêsta Şengalî di dawiya panêlê de axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke ji vê panêlê azadiya fîzîkî ya serok Apo ye. Tevî hemû şerê taybet jî jinên ciwan liber xwe didin û tekoşîna azadiyê dikin. Armanca serok Apo jin bibe xwedî îrade û hêz, serok Apo riyekî azad da jinê em karin bi vî fikirî û bi vê riyê de biçin û jiyana azad bijîn. Serok Apo hemû tişt da me, divê em jî bierkê xwe rabin.”
Ev kombûna Jinên Ciwan pêngavekê giring ê û biryardariya Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber APO careke din êre dike. Bi vî rengî hate destnîşankirin ku heya Rêber APO nehatiyê fîzîkî rizgar kirin Jinên Ciwan jî negihijîn azadiye.
Komxebata Jinên Ciwan bi dirûşmên `Bê serok jiyan nabe` û `Jin Jiyan Azadî` bi dawî bû.