QAMIŞLO – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo û şkandina tecrîdê li ser Rêber Apo li Gulistana Avesta a bajarê Qamişlo pêşangehekî a 2 rojan li darxistin.
Duh û îro wêne û pirtûkên Rêber Apo hatin pêşkêşkirin û belavok li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo li milet hatin belav kirin. Her wiha sînevîzyonekî derbarê Rêber Apo û komployê navnetewî jî hat temaşe kirin.
Berdefkên Ciwanên PYD’ê yên bajarê Qamişlo Şêro Qamişlo û Sandî Reşîd derbarê hedefa çalakiya xwe bi Nûçe Ciwan re axivîn û diyar kirin ku wê nehêlin ku daxwaza dijmin a ku civakê ji Rêber Apo qut bibe pêk were.