KOLN – Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û Platforma Dengê Girtiyan (TSP) li dijî cezayên sed salan ên ji aliyê AKP’ê ve tên dayîn, li qada Mûlheîm/Weînerplatz mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi beşdariya dehan kesî pêk hat de, Wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksedag û Selahattîn Demîrtaş hatin hilgirtin. Di mîtîngê de Hevseroka Federasyona Karkerên Koçber a Elman (AGÎF) Îsmînaz Temel axivî û ev tişt got:
“Biryara Doza Komploya Kobanê di serî de derbeyek li vîna jinê ye. Desthilatdariya faşîst a ku bi îradeya jinê hatiye avakirin û nikare Şoreşa Jinê ya Rojava bifetisîne, xwest bi cezakirina rêhevalên me tola xwe hilîne. Bi vê biryarê re jî xwest hevgirtina gelên Tirkiye û cîhanê ya ji bo paqijkirin û parastina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bifetisîne. Ev doz jî weke doza Geziyê dozeke siyasî ye. Dixwestin zêdetir ceza bidin Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên din, lê têkoşîna me ev yek asteng kir. Niha para me ew e ku em têkoşîna ku me heta niha daye du qat bikin û dengê ku me bilind kiriye hîn bilindtir bikin. “Bi têkoşîna xwe, bi têkoşîna jinan û gelan em ê hevrêyên xwe ji zindanan azad bikin.”
Di mîtîngê de nameya Fîgen Yuksekdag jî hat xwendin. Fîgen Yuksekdag di nameya xwe de wiha got:
“Bila rûyê kesî nekeve û dilê wî tarî nebe. Heta niha nekarîne wê bişon û çok bikin. Nikarîbûn me ji rêya me ya ku bi bedelên giran û bi êş û azaran dihat xwarin, bizivirînin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bi ser bikevin. Em bi berxwedanê hebûn. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Peyama “Bi silav û hezkirin” da.
Mîtîng bi van agahiyan bi dawî bû: “Em di 25’ê Gulanê roja Şemiyê de, bi boneya 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî ya Dayikên Şemiyê û Hefteya Windayan a Navneteweyî di 25’ê Gulanê roja Şemiyê de li qadên ICAD’ê yên li çar aliyê cîhanê ne. .”