NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka sala 2018’an ve heya niha bi giştî 463 kes hatine kuştin, 10332 kes hatin revandin, 142 destdirêjî hatin kirin.
Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandin û qetilkirina mirovan û destdirêjî her diçe zêdetir dibe.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê raporên ku hatine amadekirin, ji Rêxistina Efûyê ya navnetewî û saziyên din ên mafên mirovan ên navnetewî re şandine, lê heta niha ne bersiv hatiye dayîn, ne jî hewldanek çêbûye.
Êrişên dagirkeran û çeteyên wan ku cîhanê çavên xwe li wan girtine, di raporan de li gorî salan wiha hatine diyarkirin:
2018-2019
Revandin: 7213 kes, ji wan 270 jin in.
Kuştin: 230 kes, ji wan 59 jin in.
Destdirêjî: 60 jin
Mecburhiştina xwekuştinê: 5 jin
2020
Revandin: 1079 kes, ji wan 92 jin in.
Kuştin: 67 kes, ji wan 9 jin in,
Destdirêjî: 76 jin,
Zewicandina jinên di temenê biçûk de: 5
2021
Revandin: 838 kes, ji wan 82 jin (25 yên bi temên biçûkin) û 13 zarok in.
Kuştin: 65 kes, ji wan 14 jin in.
2022
Revandin: 629 kes, ji wan 49 jin in û yek zarok e.
Kuştin: 62 kes, ji wan 20 jin in (7 jin di topbaranê de hatine kuştin)
2023
Revandin: 376 kes, ji wan 35 jin û 6 zarok in.
Kuştin: 20 kes, ji wan 4 jin in.
Destdirêjî: 1 jin
mecburhiştina xwekuştinê: 2 jin.
2024 (4 mehên destpêkê)
Revandin: 197 kes, ji wana 25 jin in.
Kuştin: 19 kes, ji wan 2 jin in.
Destdirêjî: 5 jinên ciwan