NAVENDA NÛÇEYAN – Xwepêşandanên li zanîngehên DYE’yê yên li dijî êrîşên Îsraîlê li gelek zanîngehên welatên cuda jî belav bûn.
Zanîngeha Granada têkiliyên xwe bi Îsraîlê re rawestand
Yek ji van zanîngehan jî Zanîngeha Granada ya li herêma Endulus a li başûrê Îspanyayê cih digre ye. Rêveberiya zanîngehê, daxuyaniyek da û ragihand ku heta êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi dawî bibe, hemû hevkariyên xwe yên bi saziyên perwerdeyê yên Îsraîlê re rawestand.
Zanîngeha Granada, diyar kir biryara ku girtiye “biryarbûna zanîngehê a ji bo teşwîqkirina tevlîbûna civata zanîngehê ya ji bo çalakî û projeyên têkildarî pêşvebirina demokrasî, wekhevî, edaleta civakî, aştî û beşdariyê ya rêzikname û qûralên exlaqê ya zanîngehê bihêz dike.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi taybetî tevgera hatin û çûna xwendekar, personelên perwerde û lêkolînê, personelên teknîk, rêvebirî, îdarî û xizmetguzariyê yên zanîngehên Îsraîlê, bi taybetî hevpeymanên Erasmusê yên dualî û hevkariyên zanistî û teknîkî yên Îsraîlê yên ji aliyê YE’yê ve hatine teşwîqkirin, hatin rawestandin. Her wiha hate ragihandin ku hevpeymanên perwerde û qursên havînê yên ku bi Zanîngeha Bal-lllan û Zanîngeha Tel-Avîv ên li Îsraîlê re hatine îmzekirin, hatin betalkirin û hevpeymanên nû û projeyên hevkariya akademîk nayên çêkirin.
Ji bo xwendekarên Filistînê hewildana ‘perwerdeya ji dûr ve’ hate destpêkirin
Aliyê din de jî bi taybetî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo gelê FilistÎnê ku li gelek zanîngehan despêkir zêde dibin. Xwendekaran bi projeyên cuda armanc dikin zor û zehmetiyên gel, jin û bi taybetî jî xwendekarên ku nikarin perwerdeyê bibînin, derbas bikin. Aliyê komek xwendekar û mamosteyên Tûnisê “Hewildana Zanîngehan a ji bo Filistînê” hate despêkirin û bi we armanc dikin ku piştgirî bidin xwendekarên ku perwerdeya wan tên asteng kirin.
Di hevpeyvinê de ku ji aliyê NûJinha hatiyê weşan kirin Profesor Anan Akroutî diyar kir ku, armanca hewildanê ew ê ku 7 hezar xwendekarên Xezayê perwerde bidin û pêşengiyê bidin xwendekaran. Profesor Anan Akroutî jî digot: “Ev bi çek şerê me dikin, em jî bi zanîstê şerê wan dikin.”