REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi diruşmeya “Bi rihê ciwanan komplo têk bibin û cenga azadiyê ser bixin” Konfernasa “Rêbertî û Ciwan” li dar xist. Konferans bi beşdarbûna dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û saziyên sivîl û leşkerî li hola navendê TEV-ÇAND ya Reqayê hat li darxistin.
Di konferansê de şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa Mezlûm Yûsif axivî û bal kişand ser pêwîstiya têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Yûsif wiha got: “Tu kes nikare rola ciwan û berxwedana wan di pêkanîna destkeftiyên şoreşan de înkar bike. Ciwan xwe dispêrin fikrên Rêber Abdullah Ocalan.”
Yûsif wiha domand: “Ciwanan felsefe û rêya rast hilbijartin û soz da ku li gorî armancên gel tev bigerin. Serxistina projeya Rêveberiya Xweser da ser milê xwe. Ciwanan hewl didin vê projeyê li tevahî Sûriyeyê belav bikin.”
Dûre berdevkê giştî yê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li herêmên rizgarkirî Ehmed El Cimêlî perspektîvên Rêber Apo xwend. Piştre li ser pêvajoyên komployê sînevîzyonekî hat pêşkêşkirin. Her wiha, beşdaran li ser naveroka konferansê axivîn.
Hevseroka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ezab El Cirêcib bal kişand li ser pêwîstiya rêxistinkirin û piştgiriya ji gerîlayan re.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê ya Dêrazorê Mihemednûr El Elî axivî û got: “Divê armanca me ya bingehîn belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava tevahî gelan de be. Her wiha em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin.”
Konferans bi xwendina encamnameyekî ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê Mihemednûr El Elî bi dawî bû. Encamname wiha ye:
Têkoşîna me di çarçoveya pengava azadiya Rêbertî nasekine û dê ev pêngav bibe navenda tevahî xebatên me.
Em ê rola xwe ya pêşeng di belavkirina fikrên Rêbertî de bilîzin.
Semîner, panel, atolye werin lidarxistin û sînevîzyonên li ser armancên dewletên kapîtalîst û armanca wan ji komployê were pêşkêşkirin.
Dewreyên taybet ji ciwanan re ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî werin vekirin.
Li dijî tevahî şêweyên dagirkeriyê were sekinandin û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn were kirin.
Li pêş tevahî alavên modernîteya kapîtalîstê werin sekinandin.