REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor di bin diruşmeya “Bi rihê ciwanan emê komployê navnetewî têk bibin û cenga azadiyê serbixin” konferansa “Rêbertî û Ciwan” derbarê rol û mîsyona ciwanan di fikir û felsefeya Rêber Apo de û li dijî komployê navnetewî li darxistin.
Nûçe Ciwan bi beşdarên Konferansa “Rêbertî û Ciwan” re hevpeyvîn kir. Ciwanan girîngiya vê konferansê dan diyar kirin û destnîşan kirin ku wê tekoşîna xwe bilind bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidest xistin.
Letîfe El-Hesen, hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa: “Em weke tevgereke li ser asta 4 herêmên rizgarkirî, bi dirûşma: “Bi ruhê ciwanan em ê komploya navnetewî têk bibin, cenga azadiyê serbixin” konferansekî li dar xistin. Sînevîzyonekî hat temaşekirin û nîqaş hat kirin. Di dawiyê biriyara li darxistina perwerde, semîner û sînevîzyonan hat dayîn.”
Ehmed El-Elî, hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê: “Em îro bi navê Tebqayê beşdarî konferansa “Rêberî û ciwanan” bûn. Ev konferans ji Rêber Apo û hevalên ku xwînê xwe di tekoşînê de dan re hat diyarî kirin. Perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hatin xwendin. Em soz didin Rêber Apo û şehîdan ku emê tekoşîna xwe ya ji bo wekvehvî û azadî ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor a bi navê Rawda: “Em li Rêbertî, ciwanan û şehîdan vê konferansê pîroz dikin û em soza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ji Dêrazorê, Minbicê, Tebqa û Reqayê vê konferans li darxistin, em soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em ê kar û xebatê xwe berdewam bikin.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Refîq Bîlal: “Di serî de em konferansa “Rêbertî û ciwanan” pîroz dikin. Em ê her rêya Rêbertî bişopînin û emê tekoşîna xwe bidomînin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Girîngiya vê konferansa nûkirina soza me ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêbertî.”