QAMIŞLO – 2’yemîn Festîvala Biharê ku duh ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Rojava ve li avahiya zanîngehê ya li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dayîna xelat dawî bû.
Di roja duyemîn de gelek mamostayên dibistanan û xwendekarên zanîngehê amade bûn.
Komîteya amadekar navên kesên ku di pêşbirkên helbest, stran, muzîk, agahî, zanyarî, werzîş, spor, çêkirina xwarinên gelerî de bi serketine, aşkera kirin.
Di pêşbirka stranan de xwendekarên bi navên Ariyan Xelo, Hêvidar Hemo û Kemal Cima bi ser ketin.
Di pêşbirka werzîşê de xwendekarên bi navên Mehmûd Xelîl, Hemîd Reşo, Cemîl Horo û Ciwan Şahîn bi ser ketin.
Di pêşbirka çandî de xwendekarê bi navên Mihemed Îsa, Siyamend Misto û Îzedîn Mistefa bi ser ketin.
Di helbestan de xwendekarên bi navên Beşar Horo û Nûr mîrzo bi ser ketin.
Di çêkirina xwarinên gelerî de xwendekarên bi navên Hesen Şêx Şeref, Rojîn Ehmed, Xanim Ebûd, Sûzan Remo, Raniya Remo, Mahiya Yûsif, Nûha Cangîr, Ahîn Xelîl, Îsmaîl Qadir û Ebdo Îsa bi ser ketin.
Festîvala bi belavkirina xelatan bi dawî bû.